Abuzer Bali Han– Sovyet sosyalîzm û Kurd: Xwendevanên hêja! Hin caran dixwazim nivîsên dijraber jî binivîsim. Ji van nivîsan yek jî ya li ser sosyalîzmê ye. Wek mirovekî baweriya xwe ya li ser sosyalîzma zanistî heyî hem xwe, hem jî ew sosyalîzma hatî û çûyî ya ku di dema em tê de dijîn de Kurd bê dewlet û bindest hîştî rexne bikim!..
Lenin di berhema xwe ya bi zimanê Elmanî de (Berhemên Gîştî) dibêje:”Herema Wolga û li Kurdistanê mirovên beramberî birçîbûnê mayîn re me 40 milyon alikarî kir. Di bin ala enternasyonalîst ya sorgewez (qizil) de ew alîkarî bi rêkûpêk hate rêvabirin!“ dibêje!..
Ew gotina li jor li ser nivîsê mayî Lenin çawa û çiqas alikariya Kurdan kiriye, di dîrokê de baş ne diyar e.! Ya diyar bûyî destpêkê de heya roja sosyalîzm hatî rûxandin, welatên sosyalist û komunist hemiyan alikariya faşistên ku Kurd di nav xwe de dabeşkirin kirine!..
Di jiyana me ya ber bi sedsalan diçe de, di destpêkê de heya Dewleta Yeketiya Komarên Sovyet Sosyalist (S.S.C.B.) hatî rûxandin ez û hevalbendên min, me baweriya xwe bi sosyalîzmê anî bû. Di malên me de li ser serê me weneyên Marx, Lenin û Stalin hebûn. Ew rastiyek raburdî ye…
Di destpêka salên 1970’yî de dema min gorbehîşt Mamoste Prof. Dr. Jemal Nebez li Zanîngeha Berlinê ya Azad de naskir şunda wî wê demê bi tundî Sovyet rexne dikir. Seminerên li ser jiyan û dîroka Kurdan yên min amade dikirin de ez bi baweriya min ya li ser welatên sosyalist rexne dikir!.. Wê demê de min mamoste şaş didît. Wî bes baweriya Mazdek û Mazdekîzmê dişopand û jê bawer dikir û digot:“Ji wê demê şunda yeksanî û wehhevi di nav netewan de pêk nehat!“ Wî xwe û partiya xwe ya bi nave Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, PJAK) bi Kurdî kurtahî „KAJİK“ pêk anî de, ew tenê di bîrûbareriya sosyalîstiyê de didît. Min di ew salen de Mamoste Nebez, di aliyê ramanî de neçar û kêm didît. Mamoste Nebez di her alî de bi zanîna xwe dagirtî bû! Lê bes sosyalizma Sovyetê bi tundî rexne dikir û dema hêrs dikêt jî em bi navê „nokerên Sovyetê“ tewanbar dikir….
Ew rewşa heya salên 1990’i dema dîwarê Elmanya Rojhilat hatî rakirin û Sovyet jî xilî şûnda rastiya Mamoste Nebez hat bîra min! Ew rewşa ramanî ya di navbeynê min û mamoste de heyî, ew ber bi rastiyê vegerî û bi rast dîtina mamoste, ez jî bi xwe hêsîm!.. Ew xwe hêsîna min nîv sedsala min jî bi xwe re hilgirt û birî bû…
Mijara vê nivîsê hem dirêj e û hem jî belku kêfa pir kesan jî pênaye! Dawî de me hemiyan dît ku wek Mamoste Jemal Nebez, ewa ku nîv sedsal berê dîtî bû, rêvaberiya dewleta Sovyetê ne şoreşger û ne jî sosyalîst û komunîst bûn! Dîwar rabûn şunda ew rastiya li welatên sosyalist bi kevneşopiya jiyanek şelpeze li hemî cîhanê bilav bû û hate dîtin…
Sovyet sosyalîzm û Kurd: Alîkarî yan xapandin?
Ez dixwazim bêtir di vê gotarê de li ser rêxistin û partiyên Kurdan rawestim. Dema salên 1975 an de Şoreşa Kurdistana Başûr bi balafirên Sovyetê Mig yên alîkariya Saddamê faşist û xwînrij dikirin tevger têk çû şunda, hêzên pêşmergan bilav bûn. Partiya Demokrat Kurdistan „PDK“ xwe hilweşand û serokê nemir General Molla Mustafa Barzanî heya ABD çû…
Demek şunda li ciyê partiye bi navê „Qiyadeye Muwaqat“ rêxistinek nû hate ava kirin. Demekê şunda jî Serok Barzanî ji ABD dîsa vegeriya Kurdistan. Pir nejiya! Demek şunda nexweş ket û çû ser heqiya xwe. Di wan deman de „Qiyadeye Muwaqat“ di civînek xwe ku ez jî tê de beşdar bûyî bûm, rêbaza rêxistinê de wûsa hatî bû nivisîn:“Partiya nû ya amade dibe ji ilmê Marksîstiyê jê sûd verdigire!“ hatî bû nivisîn. Gotina min bi kurtahî ew e, ku wê demê Partiya Demokrat jî ji sosyalîzme sûd werdigirt! Aliyê din de partiyên dîn yên Kurd hemi sosyalist û komunist bûn! Di wan salan de li ser erda Kurdistan nêzîka 100 partî û rêxistinên Kurd û Kurdistan hebûn!..
Ez nûha ji xwe dipirsim gelo welatên Sosyalîst û Komunîst çi dayî bûn me Kurdan ku weku xulamên wan em alîkarên wan bûn! Di serî heya dawî Sovyeta Komunist ma her dem ew ne alîkarên Saddamê faşîst û xwînrij bûn? Gelo çima Kurd li gel Sovyetê ew zilm û zordariya Saddamê xwînrij ya li ser Kurdistana Başûr dikirin nadidîtin?!. Ma gelo sosyalizm ew piştgirî û alîkariya bi faşistan re dihat dikirî bû?..
Împaratoriya Uris di sala 1917 an de ji holê hate rakirin şunda li ciyê wê „Yeketiya Komarên Dewletên Sovyet Sosyalist- Union of Soviet Socialist Republics (USSR)“ hate damezrandin. Rêvabirê wê Lenin (Wladimir Iljitsch Lenin -22.04.1870, Simbirsk – 21.01.1924, Moskova) ji bo çîna karker û gelên cîhanê dixwest ku pir tiştên hêja pêk bîne. Lê bi suîqastek bêwext ew zû hate kuştin. Wî dixwest ji bo hemî gelên cîhanê yên bindest mafê çareseriya xwe bi îradeya xwe ya serbest pêk bînin. Ew mafê çareseriyê çi mixwabin Lenin ji bo Kurdan ew mafa bi cîh ne aniye! Ji ber ku di wan salan de gelên Anatoliyê li dijî emperyalizmê şerekî dijwar dikirin. Di wê demê de Ermeniyan û li Dêrsimê jî Kurdan dixwastin azad bijîn. Lenin, alikariya ji Asyayê dihatî weku çek û zêr bi destên sosyalistan didan Mustafa Kemal Paşa. Wî jî li dijî Ermenî û Kurdan heza xwe xurtir dikir û tevgera herdu gelan jî li wê navçeyê ji holê rakir. Ji bo Tirkan karê Lenin kirî pir hêja û di ciyê xwe de bû. Lê karê dikirî azadbûna Ermeniyên li navçeyê û Kurdên Dêrsimê jî ji holê rakir. Lenîn û Stalin di wan salan de li wê navçeyê bûn sebeba qetlîamên mezin jî !..
Karên Lenin ji bo Kurdan kirin bi vê jî namîne. Di şerê cîhanê yekemînde li Kurdistana Başur sala 1918 an bi serokatiya Şêx Mehmud Berzencî Kurdan serê xwe rakirin serxwebûna xwe bi navê „Qiraltiya Kurdistan“ îlan kirin. Şêx Mehmud Berzencî, bû Qiralê Kurdistan. Li dijî Kurdan Îngîlîzan cara yekemîn bi balafirên şer jahra kîmyawî avêtin ser şervanên Kurdistan. Şêx Mehmud Berzencî, sala 1918 an nameyek ji Lenin re rêkir û jê alîkarî dixwest. Ew xwesteka Kurdan jî çi mixwabin ji aliyê Lenin û dewleta Sovyetê ve bê bersiv maye! Devleta Kurdan jî ji aliyê Ereb û Îngilizan ve ji ortê hate rakirin û serokê wê Qiral Şêx Mehmud Berzencî 17 ê tîrmehê sala 1919 an bi brînek giran jî dîl hate girtin. Îngilizan ew surgunî Hindistanê bajarê Bombay kirin. Salekê li surgunê ma şunda, efû bû û ew wegeriya Suleymaniyê li gundê xwe yî bi navê „Berzence“ heya mirina xwe (1878-1956) li wir jiya.
Ji Kızıl Kürdistan’a Mahabadê: Sovyetlerin tarîxî xaînî
Li Sovyetê karên Stalin li dijî Kurdan kirin jî bi hêjmar kirinê nayên hesab kirin! Li gor bîrûbaweriya min mirovekî wekî baweriya xwe bi sosyalîzma zanistî heyî, ez tucaran Stalîn û kesên ku bîrûbaweriya xwe bi wî heyî jî hin caran rexne jî dikim! Têkçûna sosyalizmê bi Stalîn destpêkir û bi istîfa kirina Serokê Yekitiya Sovyetê Mihail Gorbaçov (25 ê Berfenbar 1991) şunda bi navê komarên cûda cûda dewletên nû ava bûn. Di nav wan dewletan de çi mixabin navê Kurdan tûnebû!..
Gelo tûnebûna Kurdan di alîkî de sebeba xwe Yekîtiya Sovyet û xasima di dema Stalin de pêk hatiye. Josef Stalin (navê xwe yê rast Yosif Visaryonoviç Cuğaşvili û 18 ê Berfenbar 1878 – 5 ê Adarê 1953) bi eslê xwe Gurcî ye. Peywevdiyek malbetê bi Kurdan re jî hebe, ez naxwazim wê bi nav bikim. Ji bo vê jî wî di dema Lenin de jî ji Kurdan pir heznadikir. Mirina Lenin şunda wê demê her tişt ketî bû destê Stalin.
Di dîrokê de bi navê Kurdistana Sor, bi Elmanî „Das Rote Kurdistan“, Bi „Aserbaidschanisch Qızıl Kürdistan“, Bi Rusî „Russisch Красный Курдистан) rêvaberiyek Kurdan li navenda bajarê Laçîn hatî bû damezrandin. Hem di dema Lenin’de û hem jî dema Stalîn de Sovyetê bi Mustafa Kemal û rêjîma Komara Tirkiyê va pir peymanên dizî çêkirin. Bi wan peymanan nexwestine ku Kurd azad û bi serê xwe bijîn. Stalîn di salên 1937/1938 an de Kurdistana Sor ji holê rakir û gelê Kurd heya Qazakistan û Sîbîryayê sirgûn kir. Ciyê Kurd lê dijiyan ji Kurdan hate vala kirin. Stalin bi vê jî nemaye! 22 Kanuna Paşin 1946 an, li navend bajarê Mahabadê Komara Kurd Ya Mahabad bi alikariya Yekitiya Sovyetê hatî bû ava kirin…
9 ê Gulanê 1946 an Yekitiya Sovyetê ordiya leşkerên sor ji Komara Kurd Ya Mahabadê şunda vekişandin! Di demek kurt de ordiya Şah bi alikariya leşkerên Îngîlizan êrîş birin ser Komara Kurd Ya Mahabadê. 17 ê berfenbarê leşkerên Şah Mahabad dagir kirin û Komara Kurd ya Mahabadê têk birin. 31 ê Adarê 1947 an Serok Komar Pêşewa Qazî Muhammed, serok wezîr Hecî Baba Şêx, wezîrê parastin û leşkeriyê Muhammed Hüseyin Han Seyfi Qadi li meydana Komara Kurd hatî avakirin ya bi navê „Çarçira“ li wî cîh jî hatin daliqandin (îdam kirin)…
Welatê Sovyet û rêjîma wana bi vê jî nemaye! Ji xeynî Partiya Komunist ya İraqê û Suriyê hemî partiyên komunîst yên cîhanê li dijî çîna karkerên Kurd û rêxistinên Kurdan bi kar anîne!.. Partiya Komunist İraqê Sekreterê xwe Eziz Mihammed (25 Berfenbar 1923–23 Gelawêj 1993) û Partiya Komunist Ya Suriyê sekreterê xwe Halid Bektaş (1912, Şam, Suriye – 24 Tîrmeh 1995) ji ber ku ew Kurd bûn, wana tenê alikariya Kurdan dikirin. Heya têkçûna Partiya Komunist ya îranê (TUDEH) û Partiya Komunist Ya Tirkiyê (TKP) bi alikariya Partiya Komunist Ya Sovyetê destpêkê de heya dawî têk çûn, wana bi tundî neyartiya Kurdan dikirin û Kurd nadipejirandin (qebul nadikirin). Kurdên me yên sosyalîst ku ez jî navde bûm, em jî wek Mamoste Jemal Nebez em bi nav dikirin, em jî pêyayên Sovyetê bûn!?. Sovyet bi van jî nemayê bi balafir û bi çekên xwe yên giran alikariya Partiya Baas Iraqê û serokê wê yê faşîst Saddam Huseyîn kirin û tevgera Kurd ya di bin serokatiya Serok Barzaniyê nemir têk birin!.
Di navbeynê salên 1970-1990’i de tevgera Xwendevanên Kurdistan û Komelên Karkerên Kurd û Kurdistan li Ewrûpayê bi nav û deng bûn. Li welatên sosyalist jî bi sedan xwendekarên Kurd hebûn. Hin endamên komelê Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ew li Çekoslowakya endamên Komela Xwendekarên Cihanê Yên Sosyalist bûn. Pir salan jî serokatiya wê rêxistinê xwendekarên Kurd dikirin. Di wan salan de bi kar û barên xwe Kurdan bandora TUDEH û TKP bi çalakiyên xwe li Ewropa ji holê rakirî bûn. Di wan salan de li Berlina Rojava civîna Karkerên Cihanê bi rêvaberiya Partiya Sosyalist Ya Berlina Rojava pêk hat. Ew partiyên oportinist yên bi navê komunistiyê dixwestin ku carek din rê li pêş Karkerên Kurdistan bigirin, ew serneketin! Ew xwesteka şovenistan di dilê wan de ma! Bi navê hemî karkerên cîhanê nûnerê karkerên Kurd axaftina xwe bi navê hemî karkerên cîhanê pêk anî bû…
Almanya Rojhilat di nav dewletên sosyalist de bi nav û deng bû! Lê çi mixabin hindik xwendekarên Kurd lê dixwendin. Rojekê em çend heval bi navê navenda Xwendekarên Kurd çûn bajarê Drestenê. Li wir berpirsiyarê Partiya Komunist ya İraqê hebû. Mijar, li ser xwedekarên Kurd li DDR ê bû. Heval go: „Em nikarin ji were alîkar bin! Ji ber ku li vir soza Partiya Saddam rê va diçe! Sedemê faşist û xwîn rêj çawa dibe ku li welatekî sosyalist va kar dike û ew dikirin bin bandora xwe?!.“
Lê çi mixa bin dîsa jî bi navê sosyalistiyê em bê deng diman! Em neçar bûn û vegerîn Berlîna Rojava. Di rewşek wûsa de bê deng mayîn, ji xulamtiyê pêva tiştek nîn bû!.. Ji ber ku piraniya navenda partiya em tê de xweperest û oportînist bûn! Endaman kar dikir, wan jî rojekê bilê kar nekirin, wek welatên sosyalist heya tevger têkbirin li ser milên me jiyana xwe borandin!..
Ji wan kesên yên bi navê sosyalizmê êriş dibirin ser Serok Molla Mustafa Barzanî, pir salan ew Kurdên sosyalîst wan seyrî êrîşên balafirên şer yên Sovyetê dikirin ku çawa bombên jahrê davêjin ser pêşmerge û bajarên Kurdistanê!..
Dema Dewleta Federal Ya Kurdistan’a Başûr saz bû şunda, ew e ku gel Sovyeta kevneperest hemî çend rojan de bûn welatparêz û xwe avêtin Kurdistanê ku çawa alîkariyekê bigirin. Ew hêzên oportînîst ji wana hinek îro jî naxwazin yeketiya Kurdan saz be!.. Mirov heke ji xwe bipirs gelo sosyalizm têk çû!.. Teorî û baweriyên şaş li holê neman!.. Gelo ew hêzên berê li dijî teoriyên hev, ew teorî rabûn şunda jî ji bo çi nabin yek û li dijî hevdune?!. An jî ma hin tiştên dîn em nizanin hene?!. Weku Partiya Karkeran ku îro bûyê plan û lîstikên nijadperestên Tirk!..
Dema kesek nebe meriyê netewa (miletê) xwe, ew nabe ji tu kesî re jî!.. Kesên ku berê neyartiya hêzên gelê xwe yên neteweperwer dikirin, îro nikarin yekcar de bibin welatparêzên gelê xwe!..
Dema mirovekî (Mêr), an jî mirovaka (jin) di dema em tê de dijîn de xwe Kurd dibîne û dipejêre, heke ew ji Şêx Said, Seyid Riza, Pêşewa Qazî Muhammed û Molla Mustafa Barzanî hez neke û giramî ji wan re negire, ew tu caran nikare bibe Kurdeka an jî Kurdekî welatparêz!.. Dema hemî sazî û partiyên Kurd di bin duruşmeyek Kurdistanî de ne bin yek, tu caran Kurdistanek azad û serbixwe pêk naye!.. Heke wek wûsa hêzên Kurd li başûrê Kurdistan li dijî hevûdu kar bikin, Kurdên di sedsala pêşiya me de jî her yê şelpeze bijîn û sernakevin!
Kurdino! Hêdî dem hatiye. Dem dema azadiye! Dest bidin hev, serkefin tev!..
15 Avrîl 2026