ANASAYFADÜNYAEkvador bacên gumrikê yên li ser Kolombiyayê wê ji sedî 100 zêde...

Ekvador bacên gumrikê yên li ser Kolombiyayê wê ji sedî 100 zêde bike

Ekvador bacên gumrikê yên li ser Kolombiyayê wê ji sedî 100 zêde bike. Ekvadorê ragihand ku ew ê ji 1ê Gulanê pê ve baca gumrikê ya li ser berhemên Kolombiyayê, ji sedî 50î derxin ji sedî 100î.

Wezareta Hilberîn, Bazirganiya Derve û Veberhênanê ya Ekvadorê diyar kir ku ji ber Kolombiya di mijara ewlehiya sînor(têkoşîna li dijî rêxistinên neqanûnî) de tedbîrên têrker nagire, wan biryara van gavên nû daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Armanca me ew e ku em di têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya maddeyên hişbir ya li ser sînor de, prensîba berpirsiyariya hevpar xurt bikin.”

Di navbera Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro û Serokê Dewleta Ekvadorê Daniel Noboa de, ji ber rêbazên têkoşîna li dijî rêxistinên madeyên hişbir ragêşiyeke dîplomatîk heye. Herdu lîder bi awayekî dijwar hevdu tohmetbar dike.

Çi bibû?

Aloziya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de di 1ê Sibatê de bi sepandina baca ji sedî 30î dest pê kiribû. Ekvadorê ev rêje di 1ê Adarê de derxistibû ji sedî 50î.

Hikumeta Kolombiyayê jî wek bersiv, ji 1ê Sibatê pê ve firotina elektrîkê ya ji bo Ekvadorê rawestandibû. Ekvadorê jî di 27ê Sibatê de heqê veguhastina petrola Kolombiyayê ya ku di boriyên Ekvadorê re derbas dibe, ji bo her bermîlekê ji 3 dolaran derxist 30 dolarî.

Hate diyarkirin ku di salên dawî de qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de li derdora 2,8 milyar dolarî bûye û Ekvadorê di vê bazirganiyê de bi qasî 900 mîlyon dolarî kêmasiya bazirganiya derve daye.

(TY/AY)

Çavkanî: bianet

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL