ANASAYFAORTADOĞUÎsraîlê di rojekê de li Xeze û Lubnanê 3 rojnameger kuştin

Îsraîlê di rojekê de li Xeze û Lubnanê 3 rojnameger kuştin

İçeriğe AtlaÎsraîlê di rojekê de li Xeze û Lubnanê 3 rojnameger kuştin. Nûçegihanê Al Jazeerayê Waşah, li Xezeyê di êrîşeke balafira bêmirov a Îsraîlê de dema di wesayîta xwe de bû hat kuştin. Waşah li ser Kolana Reşîd a li başûrê rojavayê Xezeyê bi wesayîta xwe di rê de bû. Waşahê ku sala 1986an ji dayik bûye, di 2006an de dest bi kariyera xwe ya rojnamegeriyê kiribû û li Xeta Xezeyê geşedanên girîng ên li qadê dişopandin.

Li Lubnanê jî di êrîşên cuda yên Îsraîlê de, pêşkêşkera Sawt Al-Farahê Dayekh û nûçegihan û pêşkêşkera Al-Manar TV û Radyoya Al-Nourê Xelîl hatin kuştin.

Ev kuştin, çend saet piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de, di dema bombebarana dijwar a Îsraîlê ya li seranserê Lubnanê de pêk hatin. Tevî ragihandina agirbestê, Îsraîlê di nava çend xulekan de zêdetirî 100 êrîş pêk anîn.

Îsraîl bi awayekî sîstematîk rojnamegeran dike armanc

Kuştina Mihemed Semîr Waşah, Ghada Dayekh û Suzan Xelîl parçeyek ji hedefgirtina sîstematîk a Îsraîlê ya li dijî xebatkarên medyayê ye.

Êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Tehran û Beyrûtê

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), şerê ku Îsraîl li Xezeyê dimeşîne, ji bo rojnamegeran di asta cîhanê de serdema herî bi xwîn e ku heta niha hatiye tomarkirin.

Li gorî belgeyên CPJê, ji Cotmeha 2023yan û vir ve hejmara rojnamegerên hatine kuştin bi kêmanî gihîştiye 260î. Ji 28ê Sibata 2026an û vir ve, wate ji destpêka şerê Îranê ve, tenê li Lubnanê hejmara windahiyan gihîştiye 7an.

(HA/AY)

Çavkanî: bianet

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL