Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê “daxwaza agirbestê ya Îranê” de red kirin û got, “Ti rastiya van gotinan nîne.”
Li gorî medyaya Îranê, Îsmaîl Beqayî ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxandin.
Beqayî li ser îdiaya Trump a ku gotibû “Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ji min agirbest xwestiye”, bertek nîşan da û diyar kir ku ev yek dûrî rastiyê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi awayekî zelal got, “Ti rastiya gotinên Trump ên derbarê agirbestê de nîne.”
Gotinên Trump çi bûn?
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê şerê ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiriye daxuyaniyek dabû.
Trump di peyama xwe de îdia kiribû û gotibû:
“Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ku li gorî yên beriya xwe gelekî kêmtir radîkal e û gelekî zîrektir e, ji Amerîkayê agirbest xwest.”
Her wiha Trump şertek jî danîbû û gotibû, dema ku Tengava Hurmizê bi awayekî ewle, vekirî û azad ji derbasbûnan re bê vekirin, ew dê vê daxwaza agirbestê binirxînin.
Çavkanî: Rûdaw
