ANASAYFAHAK İHLALLERİNûçegihanê DW Tirkî Alican Uludağ hate desteserkirin

Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludağ hate desteserkirin

Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludag bi biryara Serdozgerê Giştî yê Stenbolê li mala xwe ya li Enqereyê hate desteserkirin.

Li mala Uludag lêgerîn pêkanîn û ji bo îfadeyê wî bigirin wê ji Enqereyê bibin Stenbolê.

Serdozgeriyê sedema desteserkirina Uludag nûçe û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên têkildarî berdana endamên DAIŞê yên ku êrîşa Balafirgeha Ataturk a Stenbolê plan kiribûn, nîşan daye.

Alîcan Uludag di 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an de di Now TVyê de di nûçeyek xwe de gotibû ku Dadgeha Bilind biryara berdana şeş bersûcan daye ku bûbûn sedema mirina 45 kesan li Balafirgeha Ataturk û 46 caran cezayên girtîgehê yên heta hetayê û 2604 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

(HA/AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL