Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu, ji ber metirsiya pevçûneke ligel bi Îranê re, fermaneke nû daye saziyên leşkerî û sivîl. Li gorî nûçeyan, Netanyahu daxwaz kiriye ku Fermandariya Eniya Navxweyî û hemû saziyên alîkarî û rizgarkirinê di rewşa amadehiyê de bin.
Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronoth ku êvara Çarşemê hat weşandin, Netanyahu ferman daye saziyên cuda yên rizgarkirinê û Fermandariya Eniya Navxweyî ku “ji bo şer amade bin.” Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku li saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê “alarma herî bilind” (azami alarm) hatiye ragihandin.
Ji aliyê din ve, saziya weşana giştî ya Îsraîlê KAN ragihand ku civîna Kabîneya Ewlehiyê, ya ku dihat payîn roja Pêncşemê ji bo nirxandina geşedanên li Îranê pêk bihata, ji bo roja Yekşemê hat paşxistin. Têkildarî sedema paşxistina civînê tu agahiyên berfireh nehatin parvekirin.
/Nûçe: Anka/
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
