Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ala Kurdistanê nirxekî hevbeş ê xelkê Kurdistanê û sembola qurbanîdan û aştîxwazî û pêkvejiyana Kurdistaniyan e.”
Peyam Serok Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ala Kurdistanê nirxekî hevbeş ê xelkê Kurdistanê û sembola qurbanîdan û aştîxwazî û pêkvejiya Kurdistaniyan e, Roja Ala Kurdistanê li hemû welatiyên Kurdistanê pîroz be.
Mesûd Barzanî
17ê Berfanbara 2022yan