Ana SayfaGIŞTÎŞAHSENEM 

ŞAHSENEM 

Diljan DÊRSİMΠ/ Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar: 10, Tîrmeh 2021                                                                                                       

Di nav doşegan de çend caran xwe tevda anî û bir, hêdîka çavên xwe vekir. Hêj nîv tarîbû, dîkan bang dida. Milê xwe vekişand, paşê bi bedena xwe ya sist bawişkên xwe anî. Lihêfa xwe ji ser xwe da alîyekî, hêz da xwe rabû. Pêşî li zarokan nihêrî, hêj zarok raketîbûn, bi halekî şabûyî pixe pixa wan bû. Paşê kincên xwe yên qat bi qat li xwe kir, da ku zaru hişyar nebin bi awayekî bêdeng ji odê derket. Deriyê malê yê pêş vekir, bi vekirina dêrî sir û serma bayê sibê li rûyê wê xist. Roj hêdî hedî derketibû, tîrêjên xwe avêtibû der û doran. Bi hurmetek mezin berê xwe da rojê, pey re herdu desten  xwe bir ser sînga xwe û bêdeng dest bi dia yan kir: “Ya rohilata mezin! Tu me ji tofan û xezeban biparezî. Tu zar û zêçên me, aj û ujên me, mala me ji xirabîyan dûr bêxî. Ya çiyayê Serboz, Ya Xizirê Kal!, hûn her dayim bi mere bibin alîkar. Stara we tim û tim li ser me bî”. Piştî xilaskirina dia yan pişta xwe da dîwêr, çoqên xwe kişand  bin zikê xwe û li ser totikan rûnişt. Hêj xurînî ne xwaribû, qutiya titûna qaçax derxist  cixarek pêça, bi dilekî xembar hilmek kûr ji cixarê kişand.

Şahsenem, jinek navsere û derdora çil û pênc salî hebû. Jêhatî, bi heybet, li gor salên xwe pir rind û bi şeng bû. Ji gundê Çargan, qîza malbatek dewlemend bû. Di qîzbûniyê de pir rindik û bi xwe bawer bûye. Bi xortan re diketiye nav lîstikan, bi wan re gulaş digirtiye û serdiketiye. Gelek malbatan ji ber ku wê li lawê wan xistiye, dihatine cem bavê giliyê qîzê dikirine. Ji gundê wan û gundên derdorê gelek xortan dil berdayê lê wê kesek qebûl nekiriye. Di dawiyê de dile xwe dikeve xortekî delal ê gundê Canbega û dibe bûka wan. Li gund de dema pevçûnek an neheqiyek çêdibû xwe dikir navre û ew mesele bi awayek silametî hal dikir. Mêran an jinan, kê zordestî û neheqî dikir her tim li hem berî wan disekinî. Her wextê li cem jinên neçar, kesên feqîr û fiqare bû. Ji bo ku xwe ji çavsistan û neyaran biparêze li ser xwe demançe digerand. Ji ber vê yêkê gundi yan navê wê kiribûn ’Arpejk’. Şahsenem di wê keliyê de ketibû nava xem û xeyalan de, di dilê xwe de wiha digot: “Heq û tala li pişta me be, ev çi  zemanekî xirabe, ev çi halekî pêrîşane em têdane. Li aliyekî zilma cendirme yan, aliyekî bê însafên texsîldaran û aliyê din avetina ser waran a eşqiyayan, mala me xerab kiriye. Hikumeta Îsmet Paşa, ji bo ku dest bi şerekî mezin bike bi eşîrên Dêrsimiyan re, der û dor tije esker kiriye. Ji ber dest dirêjî û doxin sistiya wan edî em nikarin qîz û bûkên xwe bişînin kanî û bêriyekî. Berî çend rojan li ber kaniya jorin, ya ku hat serê qîza cîrana me herkes pê şaş û mat ma. Eger zû negîhiştima û min ev şemaq li  wî teresbavê Cendirme nexistina, ka qîzika reben çawa xwe ji dest xilas bikirina. Ev zilma wan heta kengê dewam bike. Zilm û zora wan ne bese vêga çav berdidin ar û namûsa me jî. Derdê din jî Tehsîldarên bêwijdanin. Tehdîd û heqeretên wan ne kêmtirî yên Cendirmeyanin. Gundî ji ber ku bacê pir nedin, piranîya heywanên xwe dibin derveyî gund li gomên bin erdê û li şikevtên ber kaş û qîşa vêdişêrin. Erê, li gundekî jor ê çîyayî dîsa bi wî awayî gundiyan, pezên xwe li derveyî gund di gomekê de vêşartibûn. Sibehê dema şivan dihere xwarina pez bidê çi bibîne, pezên reben di nava gola xwînê de mane. Gur ketîye gomê de ji sedan pezan papirê wan mirar kiriye û çend heb sax hiştîye. Ax û ax! ji ber destê wan xedaran, mirov ne dizanî bigîre ne jî dizanî bikene”. Wiha fikirî bu ku, di hundir de bi hatina dengê mêrê xwe veciniqî;  

-Qîzê Şahsenem, tu li ku yî? Vaye zarok hişyarbûn, ka xwarinekê hazir bike.

-Vaye hatim meraq meke, hahuuu çav kûrê min xurîniya zarokan hazir nekir. 

Got û bi lez çû hundir. Yek car berê xwe da rojingê da ku şorbe hazir bike, bi hinek hejik û qirşikan agir vêxist, dîzika şorbê da ser êgir. Piştî çend deqan şorbe hazirbû, bangkir zarokan û mêrê xwe, hatin ser sifrê bi hevre xûrînîya xwe kirin. Paşê ji mêrê xwe re got:

-Ez hebekî herim cem qîzika me, zûde ye em pirsa wê nakin, ka çawa ye? Çi dike? Min bîhist lawkê wê hebekî nexweş ketiye. Ya din jî, wek tu jî dizanî wexta çûyina waran nezik bû, ka ji bo waran çi dike, haziriyên wê hene an tune. Paşê xatir xwest û berê xwe da mala qîza xwe. 

Bihar hatibû. Mêrg û zeviyan, newal û neqeban, deşt û çiyan bi her cure gul û çîçegan xwe xemilandibûn. Li bilindahiyên çiyan pulikên berfê mabûn ew jî êdî diheliyan. Avên co û cobaran, newal û çeman zêde bûbûn bi coş diherikîn. Li gundê Canbega, bi hatina biharê re hinek heyecan û hazirî hebûn. Ev hazirî ji bo çûyîna waran bû. Wek her salî îsal jî, di dest pêka  biharê de diçûn waran. Navê waran Spîndar bû, cihê xwe pir bilind û hêşînahî bû. Camêr û xortên gund beriya heftekî çûbûn waran, rê û rûbar, kanî û holikên hilweşiyayî çekiribûn û vegerîbûn. Niha jî dora jinan, qîzan, xortan û zarokan bû. Tevli eşyayên waran, jinên pîr û yên navsere di hembêza wan de zarokên biçûk li qatir û kerên xwe siwar bûbûn. Qîz û xortan jî bi peya heywanên gund didan pêş xwe, bi ken û kêf, bi sohbet û kilaman ketibûn rêya waran. Kilamên wan li ser eşqê, zor û zexmetiya waran bûn. 

Malan barkir lê lê 

Çûne waran lê 

Dînê lê, dînê lê dînaramin 

Goştê me xwar lê lê 

Mişk û maran lê 

Gewrê lê rindê lê hevalamin 

Di nav qefla waran de Şahsenem, zarokên wê û qîza wê ya bi zewac jî hebû. Pey nezikî saetek gihiştibûn waran. Holik paqijkirin û tê de bi cih bûn. Bihar li waran gelekî xweş derbas bû. Qîz, xort û zaru bi hewa, av û xwarinên waran xweşiktir û rindtir bûbûn. Heywan tevahî qelew û şişmantir bûbûn, ji ber wê jî bereketek mezin ketibû rizqê gundiyan. Li ser çûyina waran de gelek wext derbas bûbû, ketibûn çile ya germa havînê û ji bo vegera gund pir wext nemabû. Di wan rojande rojek, berê êvarê bû û êdî ro çûbû avan. Li jor serê çiyayên waran mij û dûmanek li hevketi bû. Dûman berbijêr aliyê holikan ve dihat. Dema nêzik hatin qasî bîst peya, tevahî bi kincên spî, mêrên bejin dirêj û esmer, rextên wan girêdayî, bi sîleh bûn. Yêk jî li pêş wan bi heybet li hespek spî siwar, kincên wî li hev ketî, şarek rengîn li serî pêçayî, sûretek zeyîf û hişk, ji ku li ber tavê pir mayî rûyê xwe esmerê tarîbû. Birûyên xwe stûr, çavên wek eylo yan, pozberan û simbelek wek rîsiyê giya pêve bû. Bi awirên dijwar li dora xwe dinihêrî. Di dest de kamçî ew jî bi rext û sîleh bû û bi her awayî eşkere bû ku mezinê wan bû. Ji wî ra Heyderê Qolbaşî an jî Heyderê Ûsê Simê digotin. Ji ber ku wan çend carên din avetibûn ser waran, gundîyan ew naskiribûn, ji wan re digotin qol. Heyderê Qolbaşî, dimilkî bi hêrs emir dide qolên din û dibêje:           

– Lezkin bikevin hewşan û holikan.Pez,dewar,qatix giştikan derxînin bînin.   

Bi emir dayina qolbaşî, qolên peya war dorpêç dikin û dikevin hundirê holikan de. Zarokên biçûk ji tirsa digîrîbûn, qîzan û xortan da ku zirarek neyê wan bi neçarî xwe xistibûn paş dayikên xwe de. Ji camêrên gund yek tune bû li vir. Ji ber ku wexta çinîna geniman bû tevahî li gund bûn û carna dihatin waran. Qolan rahiştibûn postikên ku rûn û torak têdebûn hildigirtin pişta xwe dibirin. Du, sê qolan jî di holikek de berê xwe dabûn rojingê, sîtila şîr a mezin ku li ser agir bû. Şîrê tê de dirijînin û sîtilê davêjin pişta xwe da ku bibin. Di nav komên jinan de Senemxan wan kirinên qolan  dibîne û pir hêrs dibe. Radibe ser wan qolan, destê xwe dibe kêleka xwe, ji nav piştika xwe demança xwe derdixe û dibêje:   

–  Zûkin wan tiştan daynin şûnê. Ew çi hale hûn tînin serême, em jî însanin û qûlên heqin. Hûn rizqê me bibin em paşê çi bixwin. Bi heq û tala be heta min yek ji we nekuştî derkevin herin. 

Li hember  hêrs û cesareta jinikê qol şaş mabûn, eşyayên pişta xwe û sîtil pol poşman danîbûn şûnê. Li derve pez, dewar û gelek tiştên xwarinê li hev komkiribûn da ku edî rêkevin, qolek bi bez hatibû ji qolbaşî re behsa wê jina çê kiribû. Paşê Heyderê  Qolbaşî vedigere û wiha dibêje:                    

– Ka ew jina sîleh kişandî we kî ye? Ez nas bikim. Jinê pê nîşandidin, hespê xwe aliyê jinê ve dajo û jê dipirse:

– Xanim! Tu kî yî, ji kîjan gundî?            

– Çi ji te re, di rêya xwe de here.

– Xanim! Ji bo xatirê Heq û ji bo xatirê Xizir dikê, ka tu kî yî? Min tu pir meraq kirî. 

– Min ji tere got rêya xwe de here û hûn xêrekê nebînin ji wan heywanan û qatixan. 

– Heta tu ji min re nebêjî, em gava xwe navêjin derekê. 

Paşê jina çê dibêje: 

– Ji min re Şahsenem dibêjin. Qîza Qamber Axa me. Niha jî li gundê Canbega bi zewacim. 

Dema jina çê wiha dibêje, çavên qolbaşî vedibe û şaş dimîne. Çawa ku bikeve nav poşmanîyeke û wiha dibêje: 

– Tu qîza Qamber Axayî? Heywax hey! Min çikir. Min nanê bavê te pir xwarîye, pir qedr û qîmetamin zanîne. Ketime ber bextê te min şaşiyek, xerabiyek kir, zû were heywanên xwe ji nav heywanên din veqetîne û bigre here. 

– Eger heywanên gundiyan giştan berdidin berdin, ez tenê heywanên xwe venaqetînim. Qolbaşî dinihêre ew jinik, jinek pir bi eslî û xwedî heysiyete, serê xwe dihejinî dide ber xwe û pol poşman deng nake. Dû re berê hespê xwe dide jor, qol li pey wî, heywanan giştan didin pêş xwe û berê xwe didin çiyayên Dêrsim.                                                           

Diljan DÊRSİMΠ                                                                                                       

Sermawez 2008 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights