Gelî heval û hogirino! Tê ye gotin: „Rêya aqil yek e!“ Ew gotinek di ciyê xwe da ye. Lê dema em Kurd ji xwe bipirsin! Ji bo çi Kurd ji salan vir de di rêya aqil de nameşin?..
Abuzer Bali Han / Hemû nivîsên ê nivîskar
Weku ez dizanim, qasi çil sale ku di destpêka Rojnameya Newroz derketîye vir de di rojnameyê de gotar û bi lêkolînên xwe yên dirêj alîkariya wê dikim. Gelek pirtûkên min amade kirî jî ji aliyê Weşanxaneya Pelê Sor ve hatin çapkirin û belav bûn. Mafê nivîskariyê ji bo alikariya rojnameyê ji aliyê min de hate bexşandin. Rêxistinên din yên pirtûkên min çapkirin jî heya roja îro mafê xwe yê nivîskariyê min ji wana negirtiye û min ji wan re wek alikarî bexşandiye!..
Di destpêka salen 1970 yî vir de ez di nav hêzên çep de wek endam û hinan de jî wek sempatîzan kar dikim. Çiqas kovar û rojnameyên Kurdî yên kevn derketine bi nivîsên xwe min alîkariya wan kirye. Lê bêtir ez wek nivîskarê Newrozê têm nasin!..
Di nav tevgera bakur ya sosyalist de di destpêkê de pir salan wek bersiyarê navçeyê çalak bûm û berpirsiyarê tevgera xwendekarên Kurdistanê bûm. Cara yekem me bandora Tudeh û ya TKP’ye ku li ser Kurdan hebû rakir û me xwendekarên Kurd bi bursan şandin welatên sosyalîst!
Hem li welatên sosyalist û hem jî li welatên kapitalîst hêzên herî mirovperwer û pêşverû hêz û partiyên sosyalist ku yên baweriya xwe bi zanista sosyalîzmê anîn e! Di dema qurna 68’an ya ez tê da dijîm vir de qasî ez dizanim hemî hêz û partiyên Kurdan baweriya xwe bi sosyalîzmê heye!..
Di sala 1975 an dema şoreşa Başûr têk çû şunda, Berzaniyê nemir çû ABD ye. Li paş çûyîna Serok Berzanî şunda li navçeya Başûr li ciyê PDK yê bi navê „Qiyadeyî Muaqat“ saziyek hate sazkirin ku dîsa PDK ava bikin! Di rêbaza wê saziyê de jî wuha hatî bû nivisîn: „Partî ji îlmê Marxsîzmê sûd wedigire!“ Di wan salanda Sekreterê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed, Sekreterê Partiya Komûnîst a Suriyê Xalid Bekdaş bû. Her du mirov jî Kurd bûn, Kurdperwer û komunist bûn! Ew agahiya li jor hatî nivisîn xûya dike ku hemî hêz û partiyên Kurdan sosyalist bûne!..
Gelo ez ji xwe û ew hêz û mirovên sosyalist, pêşverû dipirsim: Ma ew dijeyatî û şerê brakujiyê ya di nav Kurdan de salan vir de berdewam dike ji bo çi ye?.. Gelo di nav Kurdan de kî naxwaze ku Kurd bibin yek û xwedan erk, al û dewlet bin!.
Mirov ji xwe dipirse, ma heya kîngê Kurdên bindest bijîn?
Ma heya kîngê Kurdên xençera xwe di pişta hev û dû de xwar bikin? Sûda kê di şerê brakujiyê de heye? Dema yek hêz were tewanbarkirin, ma hêzên Kurd yên din çima yeketiya xwe pêk nînin û nabin yek?..
Bersiva van pirsan bi helbesta jêr min nivisî de dixwazim xwendevanan agahî bikim! Helbest wek dema hatî nivisî kevn be jî, ew bi naveroka xwe ya bi bûyerên îro hin dixwzin di navberê Kurdan de dîsa şerê brakujî derxînin nû û rojane ye…
XENÇERA KURD
Gelî dinya-alêm
Hêdî me bibîzin!
Bibîzin hewara me,
Hewara me Kurdan!
Ji her çar aliyan!
Ji her çar aliyan
Dora me girtin
Hemî neyaran!
Kemend lêxistin zendan,
Hîştin di nav qedera zelûl,
Û xiyeneta kemînên qehpe,
Di nav hev du de mil bi mil
Ji neyaran re bûye lihîstin
„Xençera Kurd ya xayîn“
har e,
Bi zindî, zindî di piştê de
xar e!..
Hey xençera Kurd,
Xençera Kurd!
Ya tu bi xwe dike,
Ji bêtarê bêtartir e…
Kula te ya bi nêm
Ya gemar bi xwîn
Hêdî derman nagire,
Ew qet tucar îfla nabe!
Ew derdekî wek bar e,
Ne bi şan û şeref e,
Belam:
Di pişta xwe de
Ew hatye xar e!..
Bi şerê brakujî,
Bi şerê brakujî…
Ew e, ku ji vî û wî re bûye hacet,
Ji kê re bêjim, kê re pêşanîdim!
Ew derdê te, dîsa derdê min e,
Berjêr tûfkim rîş, berjor simbêl…
Ez dibêjim hêdî bes e!
Ya hero ye, an jî mero!
Ya bi hevra em hene,
An jî bi hevra tune ne!
Em hebin bi hevra ne.
Em carek mil bidin hev
Tev de hemî çiyan bihêjin!
Em hem netew in, hem gel,
Ji wan hezdikin, perwer in,
Refên xwe de em camêr in!
Ha xîret, ha xîret û bi bawer
Di nav de hawar kir Serwer!
Go: Gelî Kurdên tên çawisandin!
Bibin yek, hemî bi hevra azadbin!
Belam
Xiyanet!
Xiyanet di pêsîrê de maye,
Ew geh li pêş û geh li paş e!
Hey gelê Kurd,
Hêdî derkev holê,
Ma tu li ku maye?
Yên bran bi bran didin kuştin,
Ewna ji zewqê harin û dipeqin!
Ey welatê ezîz, derdê te bipirsim,
Tu yê bibe Bîngol, xayîn û Şîn…
Qeder na be Kurd, Kurdan bikujin!
Yên xayîn, ew in berdevkê dijmin!
Di nav van mercan de ma mirov dijît?
Bes tu tenê heye navbeynê neyînê de,
Ji alikî din di navbeynê mirin û jiyînê de,
Tu li ser pişta kêrê, di rewşa zîndî bûnê de
Tu berxwe dide, tu yê hîn berxwe bide!
Roja ronî nêzîk dibe di berbanga sibê de!
Ez çi bêjim jî, ji te re ewqas jî hindik e.
Caşên bêbext û xayîn, ewen xwefiroş!
Li pêş çavên dinê ewna xwe nizm dikin,
Bi wan re çi bêjim, neyarên eslê xwe ne!
Bîhna min teng dibe, hinavên min disotin,
Ey sebra dilan, jiyana giran tere sozdidim.
Heke dijmin bimîne, emê tola te bistînin!..
Bi îznê Xwedê hemî rojên teng ortê radibin,
Belam,
Şerê bran de
Brîn pir kûr e,
Fitîl qet nagire!
Navê ew derdê Kurd,
Derdê giran û bê çare:
Xençera Kurd xençere!..
Ey xençera Kurd,
Ey xençera Kurd!
Ma tu yê bi xayîn
Heya kîngê bimîn
Di pişta brayan de!..
Ji xiyanetê re hezar car lanet be,
Bila bindest mayîn li dinê rabe!
Ji mirov re dad û azadbûn hebet,
Ma rewa ye bindestî heya qiyamet?!.
(Tebax/1998)