Yekbûyînê konferans a partîyên Çepgirê çarparçeyê Kurdistanê, liser onlîne civînekî pêk hanîn. Di civînê de li ser rewşa çarparç yê Kurdistan ê geşbûnê siyasî yê dawî hate nirxandin.
Di civînê de têştekî ket pêş , di Rojhilatanavîn de aşitî, aramî dê çareserî ya pêrsgirêka kurd bi rêbazê aşitî, demokratîk û bi çareserî kî adîlane mumkune.
Daxuyaniya hevbeş a yekbûyînê konferansa partîyên Çepgiran teva yê wê jirda ye.
***
Em weke layenên Korbendê Çepên Kurdistanî bi pêwist dizanin di rêka we re hemû navendên biryarê û berpirs yên aliyê we, sebaret rewşa Kurdistanê agadar bikin.
Di Kurdistana bakur de, hikumetaTirkiyê berdewam e li ser operasyonên serbazî û militarize kirina tevaya herêmê. Ev siyaset berdewam e digel binpê kirina azadiyan ya tevaya gelên Tirkiyê. Kur bûna kirîzên aborî encamê siyaseta desheladaran e û bandorek xirab li ser jiyana xelkê zehmetkêş pêkaniye. DeshelatdarênTirkiyê li ciyê, ku vêdaçûnê di siyaseta xwe de bikin, pena dibine ber hinartina krîzan bo derveyê sinurên xwe û dixwazin bi dirust kirina rewşên aloz li deverên Deryayê Naverast û şandina hêzê leşkerî bo Suriye û Lîbya, çêkirına aloziyan digel Yunan, Qobris, Firensa, Yêkitiya Ewropa û dagir kirina gund û çiyayên Kurdistana Başur û çendîn deverên din li Rojavayê Kurdistanê, raya giştî yaTirkiyê çewaşe bikin û qeyranên navxweyî veşêrin.
Di Rojhelata Kurdistanê de, siyasetên xwe sepandinê yên Komara Îslamîya Îranê berdewam in di dagîrkirin û dorpêç kirına Kurdistanê û tawanên sêdaredan, girtin,zîndani kirina çalakvanên krêkarî, sîvîl, jîngehparêz, jinan û hemû tevgerên sîvîl. Fişar li ser xelkê berdewam e ev e ji bilî gefên berdewam li ser Başurê Kurdistanê û topbaran kirina axa wê. Destêwerdan di kar û barên Iraq, Suriya, Lubnan, Yemen, ku siyaseta hanê aramî û tenahiya deverê têk daye. Rewşa hanê hevdem e digel binpê kirina mafên mirovî û nebûna demokrasiyê li sertaserî Îranê.
Di Rojavayê Kurdistanê de, cendirmên Turkiyê û mîlîsên tundrew berdewam in li ser siyaseta sivikayetî kirin, girtin, revandin, kuştin li deverên Serêkaniyê, Efrînê, Girêspî. Tawanan hanê li ber çavên hêzên hevpeyman û Rusya û welatên mezin yên li Suriyê da têne kirin. Hêz û dewletên hanê bi gor berjewendiyên xwe serederiyê digel pirsgirêkan rewaya Kurdistanê dikin û di heman dem de kar dikin bo piştguh xistina aliyên Kurdistanî yên Rojava di diyelogên navnetewî de, ku bo destnişan kirina çarenusa gelê Kurd û sîstema siyasî a Suriyê têne kirinê.
Di Başurê Kurdistanê de, siyaseta guhartina demografî û ereb kirina deverên Kurdistanî yên derveyê îdara Herêma Kurdistanê berdewam in. Deshelata milisyayê Heşdi Şabî û hêzên din yên şoven biryarên rojane li deverê cî be cî dikin, zêdebarî ne cî be cî kirina desturî û piştguh xistina mafên gelê Kurdistan ji aliyê Hikumeta Navendî bi şêweyekê ku ji sala 2014ê pêva nedana mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Siyaseta hanê hevdem e digel girtina çalakvanên sivîl û teror kirina wan li Naverast û Başurê Iraqê.
Ligel rewşa siyasiya hanê a çar parçeyên Kurdistanê, Pandemiya Corona ji rewşa xalkê xiraptir kiriye û deshelatdarên çar welatan jî amrazên pêwîst yên tenduristiyê naşinin Kurdistanê.
Em weke aliyên Çepên Kurdistanî ku evê yadaştê pêşkêş dikin dixwazin navend û hikumetên we, bi ruwengeha rêzgirtina mafên mirov û mafên gelan, piştgiriya tekoşana rewa û demokratîk a gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistana dabeş kirî bikin û fişarên xwe bi rêkên dîplomasî û guncayî bi kar bînin. Ji ber ku, reftar û gotarên bi kerb û kîn û fesad yên deshelatdarên van welatan, ne tenê binpê kirina mafê gelê Kurd e, her usa gef e li ser aşitî û aramiya rojhilata Navîn û seranserê cihanê.
Bi gor baweriya me, Kurdistan bê arezu û razibûnê gelê kurd hatiye dabeşkirin û aşitî, aramî, pêşveçûn û pêkva jiyana gelên Rojhılata Navin, bê çareser kirina doza Kurd bi riya aşitîxwaz, demokrat û adilane ne gengaz e (mimkun) e.
Aliyên Korbenda Çepên Kurdistan
Partiya Komunîsta Kurdistan-KKP (Bakur)
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK (Bakur)
Partiya Komunîsta Kurdistan (Rojava)
Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhelat)
Bizava Demokratiya Kurdistan (Başûr)
Partiya Zahmetkêşên Kurdistan (Başûr)
Hizba Şuiya Kurdistan (Başûr)