Xuşk û Birayên Hêja!
Em bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê, ji can û dil, hemû amadekar, beşdar û piştgirên Festîwala we pîroz dikin, silavên xwe yên Kurdistanî pêşkêşî we dikin.
Belê em nuha weke fizîkî ne li cem we ne; lê bi fikra xwe, bi hest û bawerîya xwe em bi we re ne, em li cem we ne.
Xuşkno, Birano!
Welatê me, miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûrê Kurdistanê serxwebûn hatîye ber derîyê me.
Îro pêwistî bi yekgirtineke herî xurt ya netewî û Kurdistanî heye.
Piştgirî û xwedî lê derketina referandûma serxwebûnê, destpêka serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye, destpêka azadîya her perçeyekî Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê jî, îro wazîfe û berpirsîyarîya sereke ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ew e ku, bi rêjeyeke herî zêde başdarî referandûmê bibe û bi rêjeke herî zêde ji serxwebûnê re bêje ‘’Erê’’.
Divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê jî bêyî qeyd û şerd ji referandûmê re jî, ji serxwebûnê re jî bêjin ‘’Erê’’.
Bi vê wesîleyê em bi hev re diqîrin û dibêjin:
Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê!
Bijî hevkarî, piştgirî, tifaq û yekitîya Kurd û Kurdistanîyan!
Bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê (02. 09.2017)
Ayetullah AŞITÎ (Berdevkê Hereketa Azadî)
Mustafa ÖZÇELİK (Serokê Giştî yê PAKê)
Sertaç BUCAK (Serokê Giştî yê PDK-Bakur)
Sinan ÇİFTYÜREK (Serokê Giştî yê ÖSPyê )
Mesut TEK (Serokê Giştî yê PSKyê)
Mahmut KILINÇ Parlamenterê berê
Sabahattin KORKMAZ Hiqûqnas
Ekrem BİLEK Doktor, Şaredarê Sêrtê yê berê
M.Celal BAYKARA Hiqûqnas
Ferda CEMİLOĞLU Karsaz
Yaşar ABDÜLSELAMOĞLU Akademîsyen