1’ê Gulanê li Colemêrgê bi daxuyanîya çapemenîyê hate pîrozkirin

Divê hûn bixwînin

Nûçe-Nivîs: Rûmet Onur Kaya

“1’ê Gulanê, Roja Çîna Karker û Kedkarên Cîhanê”, li kolana Ozdemîrler a Colemêrgê bi daxuyanîya çapemenîyê hate pîrozkirin.

1’ê Gulanê roja navneteweyî ya çîna karker û kedkaran e ku her sal li bi hezaran bajarên erdnîgarîya cîhanê ji aliyê bi deh milyonan karker, kedkar û bêkaran ve tête pîrozkirin.

1’ê Gulanê li kolana Ozdemîrler a bajarê Colemêrgê bi pêşengîya sazîyên ked û pîşeyî yên DÎSK/Genel Îş, KESK, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Colemêrgê (HESOB), İHD, TMMOB, ÖHD’yê û bi beşdarîya gelek kedkar û partî, sazîyan, bi daxuyanîya çapemenîyê hate pîrozkirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji aliyê Serokê Şaxê yê Sendîkaya Genel Îşê yê DÎSK’ê Halûk Duran ve li pêş avahiya sendîkayê hate xwendin û bal kişandin li ser rewş û mercên aborî, civakî û jiyanî û anîn ziman ku divê pirsgirêkên Jinan, Kurdan, bêkaran, xizanan, mamosteyan, EYT’iyan, hawirnasiyî û xwendekaran bêne çareserkirin. Di daxuyanîyê de; peyamên aşîtî, wekhevî û yekîtî, daxwazên karker û kedkaran derketin pêş û hate gotin ku “Em ê hêvîyê mezin bikin. Her roj 1’ê Gulanê ye, her cihan 1’ê Gulanê ye û em ê bi hev re biguherînin.” 

Wêne:hakkariobjektifhaber.com

Verified by MonsterInsights