Ana SayfaGIŞTÎIHDYÊ JI BO DERMANKIRINA WAN KESÊN KETÎN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE RAPOREK...

IHDYÊ JI BO DERMANKIRINA WAN KESÊN KETÎN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE RAPOREK EŞKERE KIRIYE

Birêvebiriya Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) eşkere kir ku ew kesên dest ji greva birçîbûnê berdayîn rasta hin kêşeyan tê. Komeleyê bangî wezaretên Saxlemî, Edalet, Karên Navxweyî û birêvebiriyên girtîgehan kiriye ku divê tedbîrên wan hebe.

*Divê hemî kesên dest ji grev birçîbûnê berdayîn li nexweşxaneyan bêne dermankirin.

*Di dema dermankirinê de destê hin girtiyan hatiye kelepçekirin. Hin girtî bi wesayita birin-û-anîna girtiyan ji bo nexweşxaneyan hatine birin.

Düzce

12 girtî ne bi pîvanên dermankirina nexweşan hatine dermankirin. Ji bo wan bernameyeka parêzê û xwarinên li gor wê nehatine amadekirin.

Maltepe

23 girtî nû îro ji bo nexweşxaneyan hatine birin.

Silivri

176 girtî ketine gireva birçîbûnê. 50 kes ji bo nexweşxaneyan hatine birin.

Bolu

Ji 93 girtîyên di grevê de 3 girtî ji bo nexweşxaneyan hatine şandin.

Rewşa girtîyên bi navê İbrahim Doğan, Ahmet Emin Eren û Mustafa nebaş e. Wan dest ji grevê berdaye Şoreş Ölçen, Savaş Barik, Feciyi Roni Temizyüz û Hüseyin Barsak di grevê de ne û saxlemiya wan ne baş e.

Tekirdağ

Ji 141 girtîyên dest ji grevê berdayîn 25 girtî ji bo nexweşxaneyan hatine şandin.

Edirne

24 kes ketine grev. Piştî kontrola destesya pisporan ew ê ji bo nexweşxaneyan bêne şandin.

Kocaeli

Ji 64 nexweşan/kesên dest ji grevê berdayîn 18 ji bo nexweşxaneya hatine şandin.

Bakırköy

Girtîyên bi navê Zozan Çiçek, Şükran Aydın, Nesrin Akgül ve Şehadet Tekin îro ji bo nexweşxaneyan hatine şandin.

Gebze

Ji 33 girtîyên dest ji grevê berdayîn 13 girtî ji bo nexweşxaneyan hatine şandin.

Bandırma

Ji 139 girtîyan 5 girtî ji bo nexweşxaneyan hatine şandin. Du ji wan li girtîgehê hatine vegerandin.

Ümraniye

6 girtîyan dest ji grevê berdaye. Her şeş jî ji bo nexweşxaneyan hatine şandin. (AS/MB)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights