Ana SayfaCIWANYekitiya Ereban Tirkiye şermezar kiriye û Almanyayê jî ji bo “lêkolînê” bang...

Yekitiya Ereban Tirkiye şermezar kiriye û Almanyayê jî ji bo “lêkolînê” bang kiriye

Yekitiya Ereban derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser gundê Perexê ku yek ji herêmên geştyarî ya bajarê Zaxo ya girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ye daxuyanî daye. Di êrîşê de herî kêm 9 sivîl mirine.

Di daxuyaniya Yekitiya Ereban a ku 22 dewlet endamên wê ne, êrîş hatiye şermezar kirin û Tirkiye weke berpirsiyarê êrîşê hatiye sûcdarkirin.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Gayt di daxuyaniyekê de bi rêya berdevkê xwe Cemal Ruşdî gotiye: “Komkara Erebî di mijara redkirin û şermezarkirina êrîşên Tirkiyê de piştevaniya Iraqê dike û her binpêkirina serweriya her yek ji welatên erebî şermezar dike.”

Almanyayê banga “lêkolîna lezgîn” kiriye

Li gorî nûçeya Deutsche Welle (DW) Tirkî, Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê jî derbarê êrîşa Zaxo de daxuyaniyek daye. Berdevk diyar kiriye ku divê bi lezgîn kî berpirsyarê êrîşê ye û hûrgiliyên wê bên zelalkirin û gotiye, “Hikûmeta Elmanyayê girîngiyê dide serweriya dewleta Iraqê û yasayên navneteweyî.”(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights