Ana SayfaNIVÎSKARÊNYek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî

Yek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî

Nivîs: Rûmet Onur Kaya

Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Baneyê ya Rojhilatê hate dinê û yek ji sînemagerên pêşeng û girîng ên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe ve li hemû cîhanê tê naskirin. Qubadî di fîlmên xwe de bi giştî mijar û pirsgirêkên netewî, civakî, zayendî, çînî, aborî, takekesî radixe ber çavan, û babet û têmayên wekî sînor, bêwarî, evîn, mirin, xizanî di fîlmên wî de derdikevin pêş.

Behmen Qubadî hêj di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî li koma derhenerên filman bû, di salên perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî û li Îranê ji Dibistana Çapdêrî perwerdehîya Derhênerîya Fîlman dît. Ji ber bûyerên wê demê mala xwe bar kir li Sîneyê, di 1992ê de ji bo perwerdehîya bilind çû li Tehranê ku ji sala 1998ê pê ve dest bi karê wênekarîya pişesazîyê kir û perwerdehîya wî ya sînemayê nîvçe ma. Di navbera salên 1989-1998an de bi kamereya xwe ya 8 mm’î re gelek kurtefîlm kişandin û fîlmên wî di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat girtin.

Kurtefîlmê Behmen Qubadî yê “Jiyana li Mijê” (Life in Fog / Nîv-belgefîlm, 1997) li cîhanê deng veda, ji Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê Xelata Taybet a Jurîyê girt û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku ji bo Sînemaya Îranê fîlmekî girîng e. Qubadî bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Dema Hespên Serxweş” (1999) re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li sînorê derbas dibe û rûyê mirin, xizanî û hêvîyê nîşan dide. “Dema Hespên Serxweş” ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên “Kameraya Zêrîn”, “Sînemagerê Ciwan” û “FIPRESCI” girtin. Behmen Qubadî, heman salê di fîlmê derhênerê navdar Abbas Kîarostemî yê “Bad ma ra khahad bord” de weke alîkarê sereke cih girt û di fîlmê Semira Mahmelbaf ê bi navê “Textê Reş” (2000) de bi rola mamoste, weke serlîstikvan lîst ku mijara vî fîlmê di dema komkujiya Helepceyê de diqewime. Fîlmê “Textê Reş” him qala atmosfera piştî Helepceyê û rewşa civakê ya wê demê dike him jî jiyanên kolberên Kurd ên ku piraniya wan zarok in tîne li ber perdeya spî.

Piştî vî fîlmê di sala 2002yê de fîlmê Qubadî yê “Awaza Dayîka Niştiman” (Stranên Welatê Dayika Min / Gomgashtei Dar Aragh) tê. “Awaza Dayîka Niştiman” di sîya şerê de derbas dibe û behsa çîroka stranbêjê kal Mîrza dike ku li Henareyê digere, fîlm, êş û janên gelê Kurd radixe ber çavan.  Di 2004ê de fîlmê wî yê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” ket vîzyonê. “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” çîroka jiyanên xwişkeke û du birayên kurd tîne li ber perdeya sînemayê, fîlm Festîvalên Fîlman ên Berlîn, San Sebastian û Chicago jî tê de ji bernameya gelek festîvalên fîlman xelat girtin. Derhêner di derbarê fîlmê de gotibû “Ez dixwazim fîlmê xwe diyarî/îthaf li hemû zarokên bêguneh ên cîhanê bikim ku bûne qurbanî li polîtîkayên dîktator û faşîstan.”

Fîlmê derhênerê navdar Behmen Qubadî yê “Nîvê Heyvê” (2006) behsa çîroka muzîkjenê kurd Mamoyî dike ku dixwaze ji bo konserê biçe li Kurdistana Iraqê û di rê de rastî stranbêja kurd Heşoyê tê. Wê demê li Îranê qedexe ye ku jin li pêşîya mêran bistirin. “Nîvê Heyvê” li bernameya gelek festîvalên cîhanê hate nîşandayîn û ji Festîvalên Fîlman ên Stenbol û Ewrasyayê ya Qazaxistanê xelat standin. Derhêner piştî sê salan bi fîlmê “No One Knows About Persian Cats” (2009) û di 2012ê de bi fîlmê “Demsala Kerkedan” ve derket li pêşberî temaşevanan. Fîlmê “No One Knows About Persian Cats” ji beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Jurîyê girt.

“Demsala Kerkedenan” îlhama xwe ji çîroka jiyana helbestvanekî kurd Sadegh Kamangarê digire, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên sînemaya cîhanê yên Monica Belluccî û Behruz Vusukî jî lîstine. Sahel Farzan û hevsara wî Mîna di fîlmê de têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikevê û dibêjin mêrê te jiyana xwe ji dest daye. Mîna li dû vê bûyerê, du zarokên xwe digire cem xwe û bi hev re diçin li Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji girtîgehê derdikeve û malbata xwe digere. Fîlm, ji Xelatên Filman a Asya Pasîfîkê di gelek beşan de xelat standin.

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî di 2014ê de derhênerîya beşa ‘Kabokî’ ya belgefîlma “Words with Gods”ê kir ku ji aliyê 9 derhêneran ve hate kişandin û li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê li derveyî pêşbazîyê hatibû nîşandayîn. Qubadî di sala 2015ê de bi belgefîlma xwe ya “Ala Bêwelat” (A Flag Without a Country) re bal kişand li ser jiyanên penaberên Kurd û rûyê şeran. Derhêner, herî dawî bi fîlmê xwe yê “Çar Dîwar” (2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku qala çîroka muzîkjen Boranî dike. Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine.

(26.10.2022)

Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.

Kurtefîlmên wî: From Another Angle (1989), A Glance (1990), Golbajî (1991), Z like Zendegi (L like Life, 1991), From Other Point of View (1991), Balcony (1992), Private M. Hosseini (1992), Just a Glance (1992), Barbershop (Sartarash Khane / Barber’s, 1993), Pantol (1993), , The Pigeon of Nader Flew (Nader’s Pigeon Flew, 1994), Again Rain with Melody (1995), Life in Fog (1995), That Man Came Along (1995), Party (1996), Like Mother (1996), God’s Fish (1996), Notebook’s Quote (1996), Ding (1996), Telephone Booth (1997), Ballads of Plain’s Girl (1998), War is Over (2003), Daf (2003)

Çavkanî:

Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin), Rûpel: 137-204. Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı.

Göçebe İmajlar: Bahman Ghobadi ve Sineması. (Nimayên Koçer: Behmen Qubadî û Sînemaya Wî). Nivîskar: Nîhat Nuyan – Weşanên Avesta

Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), rûpel: 91-110. Nivîskar: Soner Sert – Weşanên Dipnot.

“Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de), rûpel: 330-337. Nivîskar: Sebahattîn Şen – Weşanên Metis.

Hejmara 8emîn ya Kovara Zarema (2016)  

Kaplumbağalar da Uçar (Kûsî Jî Dikarin Bifirin). Nivîskar: Behmen Qubadî – Weşanên Avesta

http://mijfilm.com/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Behmen_Qubad%C3%AE

https://tr.wikipedia.org/wiki/Behmen_Kubadi

https://www.imdb.com/name/nm0315842/

https://iffr.com/en/persons/bahman-ghobadi

Rûmet Jî Digîre

Ewrekî di kanîya çavên te de

Hema hema barand û barî.
Tu wekî avê dixwînî

Ên ku di dilê min de derbas dibin.
Cîhanê dît,

Em qewixandin…

Rondikên xwe negirî,
Rûmet jî digîre…
Bihêle, bila rûyê esmanê bê şûştin,
Were şûştin tîrêjên roavabûnê
Yên ku lacîwerd, kesk, zer.

Va ye, em dîsa di berbangê de ne
Tiptazî
Û hêşîn.

Va ye, tu dibêjî qey bayê çiyayê ye
Û va ye, tu dibêjî qey bahor e…

Tu kes nikare, ew nênûka ku em jê dikin
Û ji davêjin re jî tiştekî bibêje.
Tu keça herî bedew
A hemû galaksîyan e,

Ez jî cewher im êdî,
Cewherê tirafê me,
Tirafa sewdaserîyê
A ku Prometheus dişewitand…

Ne di enîya me de şermek,
Ne di binçengê me de
Xaça veşartî.
Me ji vî gelê hez kir
Û ji vî welatê
Ev e sûcê me yê pîroz
Û ê nayê efûkirin…

Helbest: Ahmed Arif

Wergêr: Rûmet Med

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights