Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊXwepêşandanên ji bo Jîna Mehsa Emîniyê: Derbarê hezar kesî de îddianame amade...

Xwepêşandanên ji bo Jîna Mehsa Emîniyê: Derbarê hezar kesî de îddianame amade kirine

“Polîsên exlaqparêz” di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li 17ê Ilonê û pê ve li seranserê Îranê, xwenîşandan dewam dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ku ji ajansa nûçeyan a IRNAyê girtiye Serdozgerê Iranê Alî El-Kasî Mihr derbarê nêzî hezar kesî de îddianame amade kiriye.

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê, Tasnîmê nivîsandiye ku nêzî hezar xwepêşander vê hefteyê ji ber sûcên wekî “êrîşî hêzên ewlekariyê kirine” û “zerar dane milkên dewletê” li ber çavên gel dê werin dadgehkirin.

Heta niha rayedarên Iranê aşkere nekiriye ku li wî welatî çend kes hatine girtin lê rêxistinên mafên mirovan gotine hejmara kesên hatine girtin 14 hezar in.

Li zanîngehên Teknolojiya Şehrûd, Zehra, Zanistên Bijîşkî yên Tebrîzê, Zanist û Teknolojiya Tehranê, Şehîd Beheştî, Azad Îslamî, Melayer, Erak, Ehwazê Şehîd Çemran, Şîraz, Zanistên Bijîşkî yên Buşehr, Îslam Şehr Îslam Azad, Kurdistan, Azerbaycan Şehîd Medanî, Senendec Azad , Xwendekarên zanîngehên Gîlan, Nasireddîn Tûsî û Teknolojiya Nuşîrevanê xwendekaran nerazîbûn nîşan dane û xwestine hevalên wan yên girtî serbest bên berdan.(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights