Ana SayfaÇAND HUNERXelata Cegerxwîn a dahênanê ya îsal giha helbestvanê Kurd Bedirxan Sindî

Xelata Cegerxwîn a dahênanê ya îsal giha helbestvanê Kurd Bedirxan Sindî

Komîteya Xelata Dahênanê ya Cegerxwîn îro 4ê Kanûna 2022an di daxuyaniyekê de biryara xwe ya ji bo pêşkêşkêşkirina xelata îsal aşkere kir. Li gor biryarê, nivîskar û helbestvanê Kurd Bedirxan Sindî ji bo îsal hêjayî wergirtina xelatê hatiye dîtin.

Helbestvan Bedirxan Sindî di sala 1946an de li Zaxoyê ji dayîk bûye, doktoraya xwe li zanîngeha Wêlis a Birîtanî wergirtiye û wek mamosteyê zanîngehê kar kiriye.

Di navbera salên 1979 û 1996an de li Hewlêrê wek Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hatiye hilbijartin. Di sala 1970ê de berpirs û di redaksîyonên gelek rojnameyan de bûye, wek: Çiya – Roja Kurdistan, û sernivîskarê: Hawkarî – Bayan û Rangîn bû. Û Rêveberê Giştî ya Çanda Kurdî bû di salên1990-1996 de, Kovara Rewşen – û Berpirsiyarê Rojnameya El-Teaxî (2005- 2016).

Wî gelek lêkolîn û berhem nivîsandine, di nav de “Hikmeta Kurdî”, “Dema Çiya Giriyan” û berhevokên wî yên helbestî: Helbestên min ku bi Kurdî ye, Helbestvanê Gundê Perîxan ku bi Kurdî ye û Bajarê min biryara koçbariyê dike ku Bi erebî ye û gelekên din.

Bedirxan Sindî herwiha patenta wî di afrandina alaveke hînkirina koran de heye. Herwiha Komîteya Xelatê biryar da, ku helbestvan Mihemed Ferman -wek yek ji vebêjerên helbesta Cegerxwîn- ku li Qamişlo di sala1950 de ji dayik bûye, û aniha li Almanyayê dimîne û bi salane helbestên kevneşopî li ser rêzên helbesta helbestvan Cegerxwîn ên kilasîk dinivîse, wê bawernameya rêzgirtinê bigihê.

Di çerxa xwe ya nû de, Komîteya Xelata Cegerxwîn hem ji helbestvanan û hem jî ji nivîskaran pêk tê, komîteya îsal ji van rêzdaran hatiye pêkhatin: Boniye Cegerxwîn, Mueyid Teyib, Fettah Tîmar.

Komîteya Xelatê ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê pîrozbahiyê li helbestvan Bedirxan Sindî dike, bi boneya wergirtina xelatê di vê salê de, û jê re saxlemî û jiyaneke dirêj û bidestxistina berhemên zêdetir ku dikeve xizmeta pirtûkxaneya Kurdî de, dixwaze.

Herwiha Komîteya Xelatê pîrozbahiyê li helbestvan Mihemed Ferman dike, ku wî weke yek ji girîngtirîn vebêjerên zindî yên helbestê bi nav dike û hêviya temenkî dirêj, û tenduristî, afirîneriya zêdetir û xizmetkirina bîreweriya afirîner û çandî ya Kurdî jê re dixwaze.

Hêjayî gotinê ye, ku heta niha van helbestvanan ev xelat wergirtiye: Seydayê Keleş, Bê Bûhar, Mele Nûrî Hesarî, Mûhemed Elî Hiso, Konê Reş, Deham Abdulfetah, Ferhad Icmo, Dildarê Mîdî, Xelîl Sasûnî, û Keça Kurd.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights