Ana SayfaKURDISTANXebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye

Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye

Xebatên Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), PDK- BAKUR, Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye di nav da ne, der barê komkujiya Tirkiyeyê ya duh li gundê Perex ê Zaxoyê pêk anî de daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşand.

‘EM VÎ SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHÎYÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN’

Di daxuyaniyê de êrişa Tirkîyeyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Di encama bombebarana artêşa tirk a duh li ser gundê Perex ê girêdayî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê de, zarok û jin jî di nav de herî kêm 9 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be, em sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin. Êşa me mezin e û em partiyên Kurdistanî vê komkujî û vî sûcê li hemberî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin.

‘BERDEWAMA KOMKUJIYÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD E’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş encameka bi zanebûnî ya polîtîkayên dagirkeriyê û komkujer ên bi dehan sal in li ser gelê kurd û xaka Kurdistanê berdewam dikin û wiha hat gotin: “Ev berdewamiya qetlîamên li dijî gelê kurd û gelê sivîl e. Bi taybetî Roboskî, Kûşkonar, Kuşagilî, Vartinîs, Efrîn û Serêkaniyê. Li ber çavê cîhanê û bi piranî jî bi piştgiriya dewletên serdest, polîtîkayên kevneperest ên dijminatiyê yên li dijî gelê kurd heta niha bûne sedema bi sedan qetlîamên bi vî rengî. Hedefa vê êrişê mafê jiyan, nasname û hebûna gelê kurd e. Lê wekî ku di êrişa dawî de jî hate dîtin, israra di dagirkerî û şer de aramiya herêmê têk dibe û dibe sedema komkujiyên li helmberî sivîlan.”

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi civîna bilind a li Îranê hat kirin û hat bibîrxistin ku di demeke ku dagirkirina Rojavayê bûye mijara bazarê de pêkanîna vê komkujiyê hêjayî bibîrxistinê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Aqilê ku ev komkujî pêk anî, peyama ku wê herêma kurdan ji êrişan xalî neke û jiyanê tarûmar bike daye. Tirkiye bi wêrekiya ku di dema êrişên li Mexmûr, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê de ji bêdengî û erêkirina raya giştî ya cîhanê wergirtiyeev yek pêk aniye.

Em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku dev ji vê hevkariya êrişkariyê berdin û li dijî êrişên ku vediguherin polîtîkaya qirkirinê ya sîstematîk xwedî helwest bin. Divê Dîwana Edaletê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî van sûcan tevbigere. Di sedsala 21’ê de cîhana azad divê êdî li hemberî van komkujiyan û sûcên li dijî mirovahiyê yên bi vî rengî li ber xwe bide û bêdeng nemîne.

Partî û rêxistinên ku li ser navê Kurdistanê siyasetê dikin jî bi pêvajoyeke biryardayînê ya dîrokî re rû bi rû ne. Divê dest ji helwestên ku van êrişên Tirkiyeyê rewa dikin û wan normal dibînin berdin. Êdî sebra gelê kurdê welatparêz nemaye li hemberî êrişên li ser wan. Ew ê tu carî tolerasyona li hemberî van êrişan jî efû neke.”

DEMILDEST DIVÊ TIRKIYE HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE

Çawa ku berê gelek caran hatiye ceribandin ku pirsgirêka kurd û Kurdistanê bi qetlîamên wiha çareser nabe, ev yek wê nikaribin gelê kurd bêzar bikin ji bo daxwaza ji bo azadî û demokrasiyê. Tişta ku divê Tirkiye bike ew e ku demildest hêzên xwe yên eskerî ji Başûr û Rojava vekişîne û bi muzakere û diyalogê bi nûnerên bi gelê kurd re têkeve nava lêgerînekê.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights