Ana SayfaCÎHANWezîra Derve ya Fransayê: Heger hewce bike em dê sizayan bi ser...

Wezîra Derve ya Fransayê: Heger hewce bike em dê sizayan bi ser Tirkiye û Îranê de bisepînin

Paytexta Urdinê Emman, mazûvaniya “Konferansa Hevkarî û Hevpeymaniya Bexdayê” (Bexdad 2) dike ku bi mebesta gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên ewlehiyê li herêma MENA, bi taybetî li Iraqê, bi amadebûna serkirdeyên herêmî û navdewletî û nûneran birêve diçe.

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna li Emmanê li ser êrîşên berdewan ên Îran û Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê ji peyamnêrê Rûdawê re got, “Em bi her kesî re diaxivin. Hevkarê min Fuad (Husên) dizane ku em bi rastî nîgeran in û em bi berpirsên van kiryaran re diaxivin. Wê demê heger hewce bike em dikarin bi ser wan sizayan bisepînin. Me berê jî ev yek kiribû.”

Macron ê ku beşdarî lûtkeyê bû diyar kir ku Fransa bi biryar e piştgirîya aramiya Iraqê bike û ji welatên cîran jî xwest ku rêzê li serweriya Iraqê bigirin.

Macron ji medyaya fermî ya Iraqê re anî ziman, “Eger em dixwazin Iraq aram bibe, divê em pirsgirêkên bi cîranên wê re çareser bikin.”

Çi qewimî?

Tirkiyê di bin navê Operasyona Pênc-Şûr de, di 20ê Mijdarê de li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê êrîşên esmanî yên hemwext li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) û PKKê pêk anîbûn û piştre rayedarên Tirkiyê ragihandin ku dê operasyoneke bejahî were kirin.

Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlonê bi awayekî hemwext li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Zehmetkêşên Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) mûşekbaran kirin û dronan armanc girtin. Di êrîşan de 15 kesan canê xwe ji dest dan.

Îran partiyên Kurdistanî bi handana xwepêşandanên ku piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsan ve dest pê kiribûn tawanbar dike.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights