Ana SayfaGIŞTÎWalîtiya Stenbolê qedexe kiriye, lê jinan gotiye “Em ê bimeşin”

Walîtiya Stenbolê qedexe kiriye, lê jinan gotiye “Em ê bimeşin”

Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî şakere kiriye ku ewê nehêlin 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Beyoglûyê civîn, meş, civîna çapemeniyê pêk were.

Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye:

“Ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Stenbolê, ji 3ê Adara 2022yan heta roja me li 20 navçeyên me, li cihên berê hatine diyarkirin 47 çalakiyên cida yên weke civîn li cihên servekirî û sergirtî, civînên çapemeniyê, belavkirina belavokan, vekirina stand-pankartan û meş, li gorî Qanûna Meşên Xwenîşandan û Civînan a Hejmar 2911ê pêk hatine.

“Li gorî hin mesajên li ser medyaya civakî hatine weşandin; diyar bûye ku wê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Qada Taksîmê û derdora wê hin bername werin li dar xistin û ji bo vê bang hatiye kirin. Qaymeqamiya me ya Beyoglûyê wê 8ê Adara 2022yan roja Sêşemê ji bo parastina maf û azadiyan, pêşî li kirina sûcan bigire, li gorî Qanûna Civînan û Meşan a hejmar 2911ê û Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê, wê destûrê nedin civîn pêk werin, bimeşin, civînên çapemeniyê li dar bikevin, çalakiyên rûniştinê bibin, stand bên vekirin, kon bên danîn, belavok werin belavkirin û yên din pêk werin. Ligel vî tiştî, li Stenbolê li gorî Qanûna hejmar 2911ê welatiyên me yên bixwazin, li cihên berê hatine diyarkirin dikarin civhinan û meşan li dar bixin û çalakiyan li gorî qanûnan pêk bînin. Ji bilî cihên ku hatine diyarkirin, wê destûr neyê dayîn ku çalakiyên dijqanûnî pêk werin. Li bajarê me ji bo çalakî li gorî qanûnan û li cihên hatine diyarkirin, di nava aramî û ewlehiyê de pêk were, hemû tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Jinan gotiye: 19 sal in em dimeşin

Jinan li dijî biryara Walîtiyê li ser hesabên medyaya civakî yên Meşa Şevê ya Feminîstan a 8ê Adarê daxuyaniyek weşandiye û gotine ku ew biryara qedexeyê qebûl nakin:

“Her sal digel astengiyan em di 8ê Adarê de ji bo xwedî li mafên xwe, jiyanên xwe, hebûna xwe, wekhevkî û keda xwe derkevin li meşa şevê ya feminîstan in. 19 sal in em dimeşin, di sala 20an de jî em ê bimeşin.” (EMK/FD)

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights