Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bihayê nan li nanpêjxaneyan 50 quruş hat zêdekirin. Nirxê yek nanê semon ê 210 gram bi bihayê xwe yê nû bû 4 lîreyên Tirkî.
Li ser desteserkirina 20 rojnamevanên Kurd re 6 roj derbaz bûye û hin jî parezerên wan nikarin ji naveroka dosyayê agahî bistînin, jiber ku bîryara dozgerîyê ya nepenîya ser dosya wan didome.
Koma wêjeyê “Van Edebiyat Mahfîlî’ ku ji aliyê çend wêjevanan ve li Wanê hatiye avakirin, her hefteyê wêjevanêkî navdar dike mêvan. Koma wêjeyê her wiha di navbera 9-15’ê Gulanê de wê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ lidarbixe.