DESTPÊKJIYANLi Wanê Danasîna Dalkurdê Hat Kirin

Li Wanê Danasîna Dalkurdê Hat Kirin

Bernameya ku ji alîyê komîsyona zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ve hatî amadekirin, hejmarek sazîyên sîvîl yên bajêr û tîma futbolê ya Behra Wanê beşdar bûn.

Kiliçaslan got ku ew tim dîyar dikin ku Dalkurd tîma hemî Kurdan e û wan xwestîye li bajarê Kurdan li Wanê Dalkurdê bidin nasîn û ser pêşeroja wê biaxivin.

Wî got, “Em dixwazin DalKurdê bikin beşek ji bajarê Wanê û tekîlîyên xwe xurt bikin û hebûna xwe jî dîyar bikin. Li vê derê eger endamên çêbin û danûstandinên me xurt bin, dibe ku em di pêşerojê de lîstîkvanên hêja li vî bajêrî derbixin û bibin Ewrupayê. Herwiha Dalkurd bi alîkarîya Baroya Wanê dikare gavekê bo Wanê bavêje û hêvîyekê ava bike.”

Kiliçaslan da zanîn ku ew naxwaze gotinên wî wek projeyekê bimîne û ji niha ve tovên vî karî bavêjin û piştre benda berhemên wê bin.

“Dibe ku niha pêk neyê lê dê heya 2-3 salên din em dikarin li vê derê mayînde bin. Em dikarin li vê derê akademîyan bidin avakirin û xortên li van deran hem perwerdehîya medresî, hem jî bi perwerdehîya footbolê pêş bixin û bînin asta lîstîkvanên Ewrupî.”

Kiliçaslan got ku kesên dixwazin bibin endamên Dalkurdê, dikarin li ser malpera wan ya fermî bibin endam û herwiha dikarin pêşnîyar, rexne, rêyên çareserîyê bo wan binivîsin. Wî herî dawî dîyar kir ku DalKurd tîma hemî gelê Kurd e û divê em hemî xweyî derkevin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Dalkurd di 2004an de li Siwîdê wek tîma footbolê ya profesyonel ji alîyê Kurdan ve hatiye damezrandin. Herî dawî Dalkurd di Lîga 1. Allsvenskan de ku ev lîga herî serkeftîya Siwîdê ye, lîstibû.

VOA

GOTARÊN DIN ÊN NIVÎSKAR

İktidar için çıkmaz sokak: KAYYUM! 

Dergimizin 15. sayısını çıkarmanın sevinciyle tekrar merhaba... 

Yeni Kitap: Derin Devlet ve Organları: Teşkilât-ı Mahsûsa 

Yazarımız Sayın Hüsnü Gürbey’in yeni kitabı okurlarıyla buluştu. Babek yayınlarından çıkan kitap “Derin Devlet ve Organları: Teşkilât-ı Mahsûsa” adı ile yayınlandı.

8 Mart’ta Küresel Direniş: Kapitalizm ve Patriyarkaya Karşı Mücadele Sokaklarda Yükseldi 

8 Mart Dünya Emekçi Kadınlar Günü’nde dünya genelinde binlerce kadın ve LGBTİ+, kapitalist patriyarkal sistemin yarattığı eşitsizliklere, cinsiyetçiliğe ve şiddete karşı sokaklara çıktı.
Verified by MonsterInsights