Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊRojnamevanên li Wanê Desteserkirina 20 Hevkarên Xwe yên li Amedê Protesto Kir

Rojnamevanên li Wanê Desteserkirina 20 Hevkarên Xwe yên li Amedê Protesto Kir

Bi bîryara Serdozgerîya Komarî ya Amedê di 8’ê Hezîranê de dîjî Komala Rojnamevanên Dîcle Ferat, JINNEWS, Ajansa Mezopotamya, Pel û Xwebûnê operasyon pêk anîbû û di encamê de 20 jê rojnamevan 21 kes hatibûn desteser kirin.

Rêvebirîya Ewlehîya Dîyarbekirê di roja operasyonê de bi daxuyanîyek nivîskî îdia kirîbû ku kesên hatine desteser kirin bi rêya Sterk TV û Medya Haber’yê propaganda Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kirine.

Me ev îdia ji rêvebirê Ajansa Mezopotamyayê yê ofîsa Wanê, Adnan Bîlen pirsî ku dibêje bi van operasyonan dixwazin karê wan yê rojnamevanîyê bikin karekî neqanûnî.

“Eger rojnamevan beştarî bernameyên televîzyonan nebe, nûçeyan nenivîse û neaxife û bername çêneke, wê çaxê navê wî ne rojnamevan, dibe tiştekî din. Berîya salekê li Wanê jî jiber nûçeya du rûniştvanên Kurd yên ji helîkopterê hatine avêtin, em jî bi hemen şewazî suçdar kirin û girtin. Lê di encama darizandinê de hemî tawanên dîjî me vala derketin û em hatin berdan. Ev operasyone jî mîna demên borî bi tawanên bê bingeh pek hatiye û em dixwazin hevalên me werin berdan.”

Rojnamevan Bîlen bi bîr tîne ku ev dehan sal in ku rojnamevanên Kurd din bîn zext û zordarîyê de ne. Ew bal dikşîne ser bêdengîya rojnamevanên û partîyên muxalif yên Tirk û helwesta wan rexne dike.

“Tê zanîn ku operasyonê bi vî rengî li dîjî rojnamevanên Kurd destpê dike û ber bi rojavayê Tirkîyê ve diçe. Divê kesên ku ji xwe re dibêjin em sosyalist, demokrat û muxalîf in, demûdest piştgirîya rojnamevanan Kurd bikin. Ger nekin sibê dora wan dê were loma divê herkes dijî vê qirêjîyê derkevin.”

Bîlen bal kîşand ser gotinên Serokomarê Tirkîyê Tayîp Erdogan ku wî gotibû ew dê di demek nêz de li dîjî Til Rifetê û Minbîç operasyonekê bidin destpê kirin.

“Erdogan dixwaze berîya operasyonê qada ragihandinê paqij bike loma pêşî rojnemevanên Kurd kir armac ku kes derheqa wê operasyonê rastîyan nenivîse û neyîne pêş bîragiştî.”

Li gor Ajansa Mezopotamya, niha kesên desteserkirî di nava hucreyên yek kesî de tên girtin û çavlirêye ku ew di 16 Hezîranê de derkevin pêş dozgerîyê.

Li gor rapora Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Tirkîye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. RSF bal dikşîne ku hikûmeta Tirkîyê li hember hemî rexneyên dîjî xwe astengîyan derdixe.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights