Hêzên Tirkiyê gundê Tinib ê ser bi bajarokê Dêr Cemalê li bakurê Helebê topbaran kirin û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest da û du ciwanên din jî birîndar bûn.
Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang ku li Encûmena Ewlekariyê ya NYê axivî, Tirkiye “bi êrîşên hewayî û topan û gefa destpêkirina operasyona bejayî” li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tohmetbar kir û got: “Divê Tirkiye van êrîşan demildest rawestîne.”
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê Mazlûm Kobanê re civiya.
Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Sûriyê re got “Ez amade me biçime Şamê lê divê berî çûna wî zemînekî baş were amadekirin.”