Ana SayfaKURDISTANTirkiyê Şehba topbaran kir: Kuştî û birîndar hene

Tirkiyê Şehba topbaran kir: Kuştî û birîndar hene

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 25ê Kanûna 2022ê hêzên Tirkiyê gundê Tinib ser bi bajarokê Dêr Cemalê li bakurê Helebê topbaran kirine û di encam de ciwanekî 16 salî yê bi navê Esead Mecîd canê xwe ji dest daye û du ciwanên din jî ku temenê wan di bin 18 salan re ye, bi navên Ehmed Mecîd û Xalid Miqdad birîndar bûne û bo nexweşxaneya bajarokê Til Rifatê hatin veguhestin. Li gor agahiyan zerareke zêde gehiştiye malên xelkê gund.

Li gor heman çavkaniyan, zêdeyî mehekê ye, hêzên Tirkiyê navçeya Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin topbaran dikin, hevdem hêzên Hikûmeta Sûriyê jî wê navçeyê dorpêç dikin û di encamê de krîzeke xirab a debara jiyanê û sotemeniyê çêbûye.

Bombebaran û topbaranên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi gefa operasyoneke nû ya Tirkiyê zêdetir bûne.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights