Ana SayfaGIŞTÎ7 BİNKEYÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKA Lİ ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ HENE

7 BİNKEYÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKA Lİ ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ HENE

Artêşa Amerîka 7 binkeyên wê yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hene.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset”  re ragihand, artêşa Amerîka 7 binekyên û firokxaneyên leşkerî yên li navçeyên rojhilata çemê Ferêt li navçeyên di bin kontrola HSD û YPGê de damezrandine û diyartirîn bineke jî firokxaneyeke mezin û pêşketî ya li Kobanê ye.

Herwiha di lîstê de 2 firokxane li Heseke û Qamişlo hene, yeke din li Dêrikê, firokxaneyek li Girê Spî û navendeke leşkerî li Minbicê hene, ku bi giştî yek hezar û 300 leşkerên amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî lê bicih dibin.

Ji bilî wan 7 bikeyan, binekeyeke din li Tinif ya li ser sînorê Sûriye – Iraq – Urdinê heye. Herwiha dengoya damezrandina binkeyeke din li Şedadê ya Hesekê li nêzîkî parêzgeha Dêrezorê.

Ji aliyekî din ve, ew fermandarê YPGê ragihandiye, destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeyên Efrînê, bandoreke xirab li ser şerê kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê dike.

Sîpan Hemo gotiye: “Rûsya û rêjîma Sûriyê ku gelek behsa sînor û serweriyê dikin, lê rê didin Tirkiyê ku destêwerdanê û topbarankirina gundên Helebê bike, bêyî ku helwestekê diyar bikin. Ji wê diyar dibe ku hevahengiyek di bin masê re di navbera wan her sê welatan (Sûriye, Rûsya û Tirkiyê) de heye.”

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights