Tag: PZK

Ana SayfaEtiketlerPZK
spot_img

Cizîrî: Em nikarin bi kampanyayan doza ziman bimeşînin

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî got “Em nikarin bi kampanyayên berdewam doza ziman bimeşînin. Divê hêzrêziyê bikin û daxwazên xwe hevpar bikin. Îro belavbûnek heye. Daxwaza me ya sereke ew e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî. Dersa hilbijartî ya kurdî jî di vê wateyê de gavek e.”

PZK: Dê û bav dikarin bi rêya e-dewletê dersa zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo dersa zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê, bang li dê û bavên xwendekaran kir ku ew dikarin bi hêsanî bi rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte ya zimanê Kurdî bikin.

PZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin

Platform Zimanê Kurdî têkildarî nêzîkatiya dewletê û îktidarê ya ji bo zimanê kurdî daxuyanî da û got: "Dewlet li alyekî li ser zimanê kurdî propaganda xwe dike, li aliyekî jî êrişî kurdî dike. Em vê dirûtiyê qebûl nakin."

Bernameya Cejna Zimanê Kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin

Tora Ziman û Çanda kurdî û Platforma Zimanê kurdî ku bernameya Cejna Zimanê kurdî bi deklarasyonekê aşkera kirin, diyar kirin ku Cejna Zimanê Kurdî dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê de bê pîrozkirin.

DERBARÊ GOTINÊN WEZÎRÊ PERWERDEHIYÊ DE DAXUYANIYA PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

Platforma Zimanê Kurdî bertek nîşanî helwesta Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk da û got: "Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!"
Verified by MonsterInsights