Ana SayfaÇAND HUNER“EM JI BO STATÛYA ZIMANÊ KURDÎ KAMPANYA ÎMZEYAN DIDIN DESTPÊKIRIN”

“EM JI BO STATÛYA ZIMANÊ KURDÎ KAMPANYA ÎMZEYAN DIDIN DESTPÊKIRIN”

Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê kampanya îmzeyan a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” da destpêkirin. Komîsyonê bang li tevahiya kurdan kir ku li dora kampanyayê bicivin û xwedî li zimanê xwe derkevin. 

Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo kampanyaya îmzayê ya bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” bidin destpêkirin, li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya ragihandina kapmanyayê bi zaravayên kurmancî û zazakî (kirmancî) yên zimanê kurdî û tirkî hat amadekirin. 

Li ser navê Komîsyona 21’ê Sibatê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya ragihandina kampanyaya îmzeyan wiha ye: 

“Zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye… Lê mixabin ev nêzî sed salî ye, siyaseta serdest bi darê zorê dixwazin kurdan ji vî mafê wan ê rewa bêpar bihêlin. Bi gotineke din dixwazin kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û rûmet bimînin.  

DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ

Îro bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgi asîmîlasyonê dibin. Di erdnigarîya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwesta, tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terk kirin û mafê kurdan yê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî, Zimanê Kurdi divê bibe zimanê perwerdehiyê.

KAMPANYA BI DU LINGAN DÊ WERE BIRÊVEBIRIN 

Em bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanyaya îmzayê ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’ û ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ didin destpêkirin. Kampanya wê di 22’yê mehê (sibatê) de dest pê bike û kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.

LI DORA KAMPANYAYÊ BICIVIN 

Ev kampanya çiqasî bi navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî were destpêkirin jî, kampanya di bingehê xwe de ya hemû kurdan e. Rêxistin, partî û dîtinên me yê sekna jiyanê çi dibe bila bibe, zimanê me hevpar e, ev kampanya ji bo ziman e, encamê wêna ji bo hemû kurdan e. Ji ber vê sedemê em bang li hemû sazî, dezgeh, rîspî, rewşenbîr û kurdên cihanê dikin, ev beriya her tiştî kampanya we ye, ji bo zimanê we ye. Li dora vê kampanyayê bicivin, ev hêviya sed salan e ku kurd li bendê ne, em bi mafê zimên tacîdar bikin.

BANGA JI BO HEMÛ KURDAN

Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ew ê ewqas mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê hîna xurtir bibe.

Ji ber van sedeman, em bi îmzayên xwe qêrînekê li cihanê belav bikin. Bila hemû cihan bizane ku kurd bi yek dengî dibêjin:

Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

Mezopotamya Ajansı

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights