Ana SayfaKURDISTANPZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin

PZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ya ku ji partiyên siyasî yên kurd pêk tê, têkildarî qedexe û astengiyên li ser ziman, konser û şanoya kurdî û netayînkirina mamosteyên kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Platformê anî ziman ku niyeta dewletê û desthilatdariyê ne ew e ku zimanê kurdî wek zimanê netewa kurd nîşan bide û berevajî vê heqaretê l zimanê kurdan dike.  

Daxuyaniya Platformê wiha ye: 

“Gelê Kurd eva sedsale di her şert û mercî de li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derketiye û gihandiye heyanî heyama îroyin. 

Dewleta Tirk jî tu carî zimanên li ser vê erdnîgariyê wek çand û dewlemendiya vê welatê nepejirand û bo helandina van zimanan di nav hewldanê de bû,ji ber vê nêzîkahiyê gelek zimanên li ser axa Kurdistan û Tirkiyê dihatin axaftin an temamî qediyan yan jî hatin asta qedandinê, ev êriş û hewldanên helandinê ji bo Kurdî jî di asta herî jor de pêk hat, ji ber xurtiya Kurdî û xurtiya Kurdan tiştên ku hatin serê zimanên gelê din nikaribûn bînin serê zimanê Kurdî, lê êrişên li hember zimanê Kurdî jî tu carî nesekinîn û hê jî berdewam dikin. 

Ji ber pêşketinên hundirîn bi taybetî jî ji ber pêşketina têkoşîna Kurdan, dewleta Tirk di sala 2012’an de mecbûr ma ji bo zimanê Kurdî hin gavên erênî biavêje,wek TRT 6, di unîversîtan de vekirina kursiyên zimanê kurdî, di dibistana navîn de heftê du seet dersên helbijartî hin qanûnî, hin bê ku qanûnê wan werin derxistin kirin meriyetê.  

Lê di nava salan de derket holê ku niyeta vê desthilatdariyê û dewletê ne ew e ku zimanê Kurdî biparêze an jî bi pêş bixe, niyet ew bû ku hem ji raya hundir re û hem jî ji raya navneteweyî re bêje û nîşan bide ku ji bo Kurdan û zimanê Kurdî çiqas tiştên erênî kiriye û wan bide sekinandin.

HER TIŞT QEDEXE YE

Ger niyet û mebest ne wisa bûya di zanîngehên xwe de zaravayên me yên Kurmancî û Kirmançkî wek zimanên du miletan nedida nîşandan, ya din wek li Kurdan û zimanê Kurdan heqaret bike ji bo mamostetiya zimanê Kurdî salê kesek an du kesan peywîrdar nedikir, li kolanan êrişî zimanê Kurdî û muzîka Kurdî nedikir, konser û şanoyên Kurdî qedexe nedikir, tabelayên Kurdî venedigerand Tirkî, navê tax, kolan û hwd. ên bi Kurdî venedigeran Tirkî.

Li ser axa vî welatî nêzê 30 milyon Kurd dijîn, Kurd jî wekî her hemwelatiyê vê axê bac didin dewletê, çawa ji bo Tirkî îmkan tên afirandin  ji bo zimanê Kurdî û zimanê din jî divê ev derfet werin nîşandan ev yek mafek e û ne litufa hin kesane ku mineta wî bikin.

DIRÛTIYÊ NEKIN 

Ji aliyek de propaxanda ya xwe dikin dibên me qedexe ya li ser Kurdî rakiriye, ji aliyê din de êrişên zimanê Kurdî dikin ev yek dirûtiyek pir mezin e û em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin. 

Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê her wê berdewam bike. 

Gelê Kurd di her şert û mercî de çawa hetanî naha li zimanê xwe xwe xwedî derketiye û gihandiye roja îroyin wê ji vê şûnda jî li zimanê xwe xwedî derkeve, bijî û bide jiyandin.”   

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights