Rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser mekanîzmaya ku dê ka çawa ewlehiya sînorên bi Îran û Tirkiyê re zêde bikin civiyan. Di hevdîtinan de gavên ku li herêmên sînor bên avêtin hatin nirxandin.
Li hember êrîşa ser ofîsa xwe ya li Bexdyaê û şewitandina avahiya wê ji aliyê alîgirên grûp û partiyên Şîe yên ser bi Îranê ve, îro Sêşembê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) avahiya ofîsa xwe ya li Bexdayê bi erdê re kir yek û tevahiya çalakiyên xwe yên li Bexdayê jî rawestand.
Alîgirên Rêberê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî li derdora liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexda kom bûn û êrişî avahiyê kirin. Beşeke avahiya Liqa PDKê hate şewitandin.