Ana SayfaGIŞTÎPDKê ofîsa xwe ya li Bexdayê rûxand û bi erdê re kir...

PDKê ofîsa xwe ya li Bexdayê rûxand û bi erdê re kir yek

Di demjimêrên destpêkê yên roja Duşembê 28ê Adara 2022an de alîgirên Heşda Şeibî û grûp û partiyên ser bi Îranê ve bi hinceta qaşo kadroyekî PDKê di twîtekê de bêrêzî li hember Lêvegera Şîeyan li Necefê kiriye, êrîşî avahiya ofîsa PDK ya li Bexdayê kirin û agir bi beşeke avahiyê xistin û şewitandin.

PDKê îro Sêşembê 29ê Adarê avahiya ofîsa xwe ya li Bexdayê ku wek Şaxa 5 a PDKê çalakî dikir, bi tevahî rûxand û bi erdê re kir yek, herwiha PDKê hemû çalakiyên xwe yên li paytexta Iraqê rawestand.

Ev yek weke bersivekê ye bo hikûmeta Iraqê ku nekariye avahiya wan biparêzre.

Şaxa 5 a PDKê ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ev cara duyem e ku baregeha wan tê şewitandin û tê talankirin, bêyî ku ti lêpirsînek bê kirin, lewra wan biryar daye baregeha şaxa xwe bigirin û tevaya çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl li Bexdayê rawestînin.

PDKê diyar kiriye, heta hikûmeta Iraqê garantiyê nede wan ku can û malê wan li Bexdayê parastî dibe, ew hemû kar û çalakiyên xwe radiwestînin. PDK herwiha daxwaz kiriye lêkolîn li ser dosyeya şewitandina baregeha PDKê bê kirin û kesên ku destê wan di vê bûyerê de hebûye bêne cezakirin.

Pêştir di 17ê Cotmeha 2020an de beşek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîş ofîsa PDKê ya li Bexdayê kiribûn û beşek ji ofîsê û Ala Kurdistanê ya li ser avahiya ofîsê şewitandibûn û flamaya Heşda Şeibî li ser baregehê bilind kiribûn.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyera êrîşa duh a li ser ofîsa PDKê ya li Bexdayê ragihandibû, li ser fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ew kesên ku sivikarî bi rêberê olî yê Şîe kiriye hatiye desteserkirin û radestî desthilata dadê hatiye kirin.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî têkildarî êrîşa ser ofîsa xwe di daxuyaniyekê de ragihandibû, twîta wî kesî derbirîna nêrîna wî bi xwe ye û ti têkiliya PDKê bi mijarê re nîne. PDKê êrîşa ser ofîsa xwe ya li Bexdayê jî şermezar kir û tekez kir, “Baweriya PDKê bi pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtinê heye.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights