Ana SayfaGIŞTÎSERPÎL KEMALBAY BÛ HEVSEROKA GİŞTÎ YA HDP’Ê

SERPÎL KEMALBAY BÛ HEVSEROKA GİŞTÎ YA HDP’Ê

HDP’ê ku sibê kongreya xwe ya awarte pêktîne diyar kir ku dê li şûna Fîgen Yuksekdag a ku parlamenterî û endamtiya wê hatiye xistin Serpîl Kemalbay bibe hevserok.

Amadekariyên ji bo 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bi dawî bûn. Di van deman de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîn tên lidarxistin. Di civînên hatin pêkanîn de, li ser nûkirinên dezgehên partiyê û dê kî bibe Hevseroka Giştî ya HDP’ê hatin nîqaşkirin.

Piştî parlamenterî û endamtiya Fîgen Yuksekdag hat xistin, HDP’ê ket nav lêgerîna hilbijartina hevserokek nû, piştî civînên hatin lidarxistin bi pêşniyara Meclîsa Jinan hat diyarkirin ku dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya nû Serpîl Kemalbay be.

Tê payîn Serpîl di kongreya sibê de bibe namzet.

Piştî parlamenteriya Fîgenê hat xistin Serpîl Kemalbay wekî wekîltiyê peywira hevserokatiyê dida meşandin. Serpîl, peywira xwe ya Cigira Hevserok dimeşand.

Di kongreye de tê payîn ku di MYK û PM’ê de guhertinên cidî bên kirin.

gazetesujın

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights