Ana SayfaCÎHANSEROKWEZÎRÊ ERMENISTANÊ HIŞYARIYA DARBEYA LEŞKERÎ DIDE

SEROKWEZÎRÊ ERMENISTANÊ HIŞYARIYA DARBEYA LEŞKERÎ DIDE

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan hişyarîya darbeke leşkerî da li dij wî roja Pêncşemê 25ê Şibatê û bang li alîgirên xe kir ku li paytext Yerivanê kom bibin, piştî ku leşkeran û hikûmeta wî daxwaza dest ji kar berdanê ji wî kirin.

Kremlin, hevpeymana Ermenistanê got ew ne rihetin ji rewşa Komara Sovyeta berê, ku Rûsya bingeheke leşkerî li wêderê heye û daxwaz ji herdu alîyan kir ku çareseriyek aştiyane di çarçova destûrî de bibînin.

Ji meha Mijdara sala borî daxwaza dest ji kar berdanê ji Nikol Pashinyan tê kirin, rexnegirên wî dibêjin ew sedema serederiyek wêrankar bû ya nakokiyên 6 hefteyan yên Nagorno – Qarabxê û herêmên dewrûber di navbera Azerbaycan û hêzên Nagorno- Qarabxê yên ji esil Ermenî de.

Hêzên Ermenî dest ji herêmeke berfireh ji erdê Azerbaycanê berdabû di şeran de, û hêzên parastina ewlekariyê yên Rûs li herêmên nakokbar hatine belav kirin, ku ew herêm weke erdê Azerbaycanê ji aliyê navnetewî ve tê nas kirin, lê xelkê ji netewa Ermen lê dijiyan.

Pashinyan yê (45 salî) gelek caran daxwaza dest ji kar berdanê red kirîye herçende ku xwepêşandanên opozisyonê li dij wî dom dikin. Nikol Pashinyan dibêje, ew xwe berpirs ji tiştê rûdayî dibîne, lê nuha parastina ewlekariya welat giringe.

Pêncşemê leşkeran dengê xwe jibo îstifa kirina Nikol Pashinyan zêde kir û daxuyaniyek weşand û got ” Birêvebiriya bêbandor a hikumeta nuha û xeletiyên cidî di siyaseta derve de welat xistiye ber têkbirinê.” Lê nehat zelal kirin ku leşker mecbûrî paşve vegerandina daxuyaniyê hatine kirin ya ku daxwaza îstifa kirinê ji Pashinyan kirbû yan jî tenê axiftin bû.

Nikol Pashinyan daxwaz ji aligirên xwe kir ku li navenda paytext Yerivanê bicivin û bi rêya Facebookê bi şêweke zindî bang li gel kir û got”Ya herî giring nuha ewe desthilat di destê gel da be, jiber ku ya ez dibînim darbeyek leşkerî ye.”

Di weşanda zindî de Pashinyan got, wî serfermandarê leşkerî îstîfa kirîye, lê pêwîstî bi rezamendiya serok heye, wî got ewê kesekî din di demên bên de li şûna serfermandar ragihîne û dê bi rêya destûrî bi ser rewşa heyî de serkeve.

Hat gotin ku Pêncşemê dijberên Pashinyan jî mîtîngek li paytext Yerîvan encam da.

Arayik Harutyunyan, serokê herêma Nagorno-Karabakh kar dike jibo nakokiyên Pashinyan û serfermandariya arteşê çareser bike û got “Têra xwe me xûn da, nuha dema çareseriya pirsgirêkan pêşdaçûnê hatiye, Ez nuha li Yerîvanê me, ez bextewerim ku navbeynkariyê bikim jibo çareseriya kirîza siyasî.” Harutyunyan got.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights