Ana SayfaGIŞTÎSEKSXANEYA DÎLOKÊ HAT ROXANDIN

SEKSXANEYA DÎLOKÊ HAT ROXANDIN

Makîneyên roxandinê yên Şaredariya Dîlokê ji beriya sê rojan dest bi roxandina Seksxaneya Dîlokê kiriye.

Makîneyên roxandinê yên Şaredariya Dîlokê ji beriya sê rojan dest bi roxandina Seksxaneya Dîlokê kirine. Seksxaneya Dîlokê ew cihê fermî ye ku bi pereyan li wê derê seks tê kirin.

Yek ji xebatkarên seksxaneyê, Asyayê diyar kiriye ku rayedaran ji wan re gotiye ew ê alîkariya wan bikin lê paşê bi wan re nebûne mûxatab.

Parêzera Komeleya Sîwana Sor(Kirmizi Şemsîye) a Mafên Mirovan û Saxlemiya Cinsî, Eda Balçikê gotiye dewletê pere daye xwediyên seksxaneyê. Xwediyên seksxaneyê jî tapoya avahiyê firotiye dewletê.

Hin ji karkerên seksxaneyê ji Dîlokê bar kirine û li seksxaneyên bajarên dî dest bi karkirinê kirine. Hin karker jî di şevekê de ji nişkê ve bêkar mane.

“Em û pisporên xizmetên civakî axivîne. Me daxwazên jinan ji wan re gotin. Wan got ku ew ê hewil bidin alîkariyê bidin [jinan] lê ti encam jê derneket. Jin dixwazin îmkanên karkirinê ji bo wan bê dayin.”

Walîtî û Şaredariya Dîlokê diyar kirine ku seksxane li bajarê Dîlokê nayê û “heke neyê valekirin ew[Walîtî û Şaredarî] ê bi rêyên dî wî cihî bi kar bîne.”

Girtina avahiyê ne hiqûqî ye

Asyayê ji bianetê re gotiye:

“Ev der tê kontrolkirin. Ew kesên ji 18 saliyê biçûktir nikarin bêne vê derê. Em nayên teşhîrkirin. Em dixwazin tiştê em heq dikin qezenc bikin. Ev der cihekê civakî ye. Ev destûr ji xwe dewletê daye me. Me di dema vê hikûmetê de jî ev 15 sal in baca xwe didin. 15 sal in ew li benda çi bûn?”(ÇT/MB)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights