Ana SayfaSIYASETSalvegera 9an a Geziyê | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kiriye

Salvegera 9an a Geziyê | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kiriye

Himet Adal / Bianet

Piştevaniya ji bo Taksîmê xwest ku di salvegera 9an a Berxwedana Geziyê de çalakiyekê li dar bixe û ji bo vê jî bangewaziyek weşand. Di bangewaziyê de ji welatiyan xwestin ku duh (31ê Gulanê) saet di 19.00ê de li Taksîmê kom bibin. 

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Erkan Başî jî li ber avahiya rêxistina partiya xwe ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku ew ê “Îşev li Taksîmê bin.”

Piştî van daxuyaniyan polîsan him Parka Geziyê him jî sikaka ku avahiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) lê ye bi bariyeran dorpêç kirin û ji çûn û hatinê re qedexe kir. Her weha otobisên polîsan danîn ber devê sikakê.

Xwendekarên TIPî saet li derdora 18.00ê hatin Qada Taksîmê û xwestin bikevin Parka Geziyê, lê polîsan destûr neda wan û ew dorpêç kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû jî di nava koma xwendekaran de bû. Xwendekaran li vir slogan berz kirin û polîsan midaxeleyî wan kir. Hin kes desteser kirin. 

Girse li ber avahiya MMOyê kom bû

Piştî desteserkirinan, TIPê bang kir ku li Sikaka Îpekê ya avahiya MMOyê li wir e, kom bibin. 

Piştî destûr hatin wergirtin, polîsan otobisên li ber devê sikakê danîbû, bi paş de kişandin. Malbatên ku zarokên wan di dema Berxwedana Geziyê de can dabûn, li Sikaka Îpekê kom bûn. 

Girseya ku li vir kom bû, sloganên “Her der Taksîm e li her derê berxwedan heye”, “Serî netewhine, xwedî li welêt derkeve” û “Em ê rê nedin şerîet, faşîzm, tariyê”. 

Dayika Berkîn Elvanî Gulsum Elvan, ya Alî Îsmaîl Korkmazî Emel Korkmaz, ya Ahmet Atakanî Emsal Atakan ku di dema Berxwedana Geziyê de can dabûn, Parlamenterên HDPyê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglû û Parlamenterên TIPê Sera Kadigîl û Ahmet Şik beşdarî bernameyê bûn. 

Polîsan destûr neda ku biçin Kolana Îstîklalê 

Di dema bernameya bîranînê de komê xwest ji Sikaka Îpekê ber bi Kolana Îstîklalê ve bimeşe. Girse berê xwe zîvirand û ber bi Sikaka Kuçuk Parmakkapiyê e çû lê polîsan dîsa destûr neda. 

Di vê demê de polîsan gaza rondikrêj bikar anî. Komê slongana “Her der Taksîm e li her derê berxwedan heye” berz kir û bi şûn de vegeriya ber avahiya MMOyê. 

Li hêla Siraselvîlerê jî polîsan gaz bera ser rûyê mirovan daye. Hin welatî ji ser hişê xwe çûne. 

Polîsan girse belav kir

Piştî çend deqîqeyan, girseyê xwest ji Siraselvîlerê biçin Îstîklalê. Lê polîsan midaxele li wan kir û ketin Sikaka Îpekê. 

Polîsan derb li nûçegîhanê Halk TVyê Erdînç Yilmaz û nûçegîhanê TELE1ê Engîn Açarî dane. 

Droneke polîsan, polîsek birîndar kir

Di dema bernameya bibîranînê de droneke polîsan li bin guhê avahiyekê ketiye û ketiye nava polîsan. Polîsek birîndar bûye. 

Polîsan her du deriyên sikakê girtin. Destûr nedan kes bikevin nava sikakê û derkevin. Piştî bi saetekê, polîsan kesên li sikakê desteser kirin. Li gorî ku Parlamenter Mûsa Pîroglûyî ji bianetê re gotiye, polîsan 96 kes desteser kirin. Bi sedan çalakvanên ji ber êrîşa polîsan baz dan, xwe spartin avahiya MMOyê. Polîs li ber deriyê avahiyê sekinîn û çalakvan di avahiyê de asê man. 

(HA/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights