Ana SayfaGIŞTÎRSF: Ji bo rojnamegeran biparêze, divê Tirkiye tavilê gavan biavêje

RSF: Ji bo rojnamegeran biparêze, divê Tirkiye tavilê gavan biavêje

Rojnemegerên Sînornenas (RSF), piştî kuştina xwedî û berpirsê karûbarên nivîsan ê rojnameya Kocaelî Sesê, Gungor Arslanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. RSFyê bang il rayedarên Tirkiyeyê kiriye û xwestiye ji bo ewlehiya rojnamegeran pêk bîne, bi lez û bez tedbîran bistîne.  

RSFyê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê tundkariya siyasetmedar û komên sûckirinê a li ser medyakaran, bi rengekî metirsîdar zêde dibe û bal kişandiye ser kuştina Gungor Arslan û gotiye, ew duyem rojnameger e ku di nava 12 mehên dawiyê de hatiye kuştin. 

Nûnerê Tirkiyeyê yê RSFyê Erol Onderoglû jî derbarê kuştina Arslanî de zanyarî daye: “Ev kuştin li ber çavan pêk hatiye, lewre digel ku peyamên gefxwarinê dihatin zanîn, rayedaran gav neavêtine û erka parastina Arslanî bicih neanîne.”

Di salekê de du rojnameger hatine kuştin

Beriya kuştina Arslanî, di Adara 2021ê de, li Bûrsayê bernameçêkerê radyoyê Hazîm Ozsû hatibû kuştin. Ozsûyî li Rahmet FMê bernameyek pêşkêş dikir û ji ber şîroveyên wî yên derbarê “nirxên pîroz” de nepejirandiye, guhdarekî wî ve hatibû kuştin. Halîl N.yê ku hatibû îdiakirin kujer ew e, piştî kuştina Ozsûyî bi şeş rojan hatibû girtin. 

Beriya vê, ji sala 2009ê û vir ve li Tirkiyeyê rojnameger nehatibûn kuştin. Di Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de berpirsê nûçeyan ê Marmara TVyê, kanaleke televizyonê ya herêmî û weşangerê rojnameya Guney Marmara Yaşamê Cîhan Hayirsevener, li Bandirmayê dema li ser rê dimeşiya hatibû kuştin. Kujer û kesên ew dabûn kuştin, bi cezayên girtîgehê hatibûn cezakirin. 

Lê li Tirkiyeyê di navbera salên 1990î û 1996ê de 20 bûyerên li Başûr-Rojhilatê Anatolyayê 20 bûyer jî di nav de 40 rojnameger hatibûn kuştin an jî windakirin û beşeke mezin a faîlên van bûyeran nehatine cezakirin. 

Li gorî Lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSFYê, rêza Tirkiyeyê ya di nava 180 welatan de, 153 ye. 

Çi bûbû?

Gungor Arslanê 60 salî, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di 19ê Sibatê de li ofîsa xwe ku li Kolana Mûzaffer Fîdan Taxa Cedîta navçeya Îzmîtê ye di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin.

Gungor Arslan di nivîsa xwe ya dawî de ku di 18ê Sibatê de weşiyabû Tahîr Buyukakin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Kocaelîyê rexne kiribû. (HA/FD) Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights