Ana SayfaGIŞTÎDOZGERÎYA WANÊ DERHEQA 5 ROJNAMEVANAN DE ÎDIANAMÊ AMADE KIR

DOZGERÎYA WANÊ DERHEQA 5 ROJNAMEVANAN DE ÎDIANAMÊ AMADE KIR

Serdozgerîya Komarî ya Wanê derheqa rojnamevanên Ajansa Mezopotamya Cemîl Ugur, Adnan Bîlen, Zeynep Turgut û yên Jin Newsê Şehrîban Abî û Nazan Sala û xwest ku her 5 jî bi îdîaya “endamtîya rêxistinê” werin ceza kirin.

Ugur, Bîlen, Abî û Sala ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn desteser kirin, girtî û Turgut jî negirtî tên darizandin.

Di îdianamê de herwiha Ajansa Mezopotamya (MA), Jin News û rojnameya Yenî Yaşam jî wek sazîyên Koma Civakên Kurdistan (KCK) hat nîşandan.

Dozgerîyê bo cezakirina rojnamevanan wek delîl, axaftinên wan yên telefonê, pirtûk, lênûsk, hevpeyvînên li gel rûniştvanan, kincên Kurdî nîşan da.

Di nava 15 rojan de Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê dê îdianamê binêre û eger kêmahîyekê nebe dê darizandina rojnamevanan bide destpê kirin.

Piştî ku îdîaname hat amade kirin Parêzerê Adnan Bîlen Murat Tîmur, bo serbest berdana rojnamevan Bîlen serî li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê da.

“Dozgerî di nava 5 mehan de çî tişt ne anîye cîh. Jibo ku girtina rojnamevanan berdevam bike, îdianame dereng hatiye amade kirin.”

Parêzer Tîmur dibêje ku bo cezakirina rojanamevanan ti tişt tune.

“Divê em vê rastîyê jî bibînin ku girtina wan û amadekirina vê îdianamê tevahî jiber çêkirina nûçeyan bû. Civak jî vê mijarê baş dizane, jiber ku rojnamevanan ser îdiayên eşkencekirina du rûniştvanan nûçe çêkiribûn, hatin girtin.”

Tîmur dîyar kir ku ew di nava demeke kin de li benda berdana her 4 rojnamevanan e.

Hêjayî bîrxistînê yê ku hêzên ewlekarîyê di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê dijî Jin Newsê û Ajansa Mezopotamya operasyonek pêk anîbû û xencî Turgut her 4 rojnamevan hatibûn girtin.

dengeamerika.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights