Ana SayfaKURDISTANRêvebirîya Xweser Ser Îhtîmala Operasyoneke Tirkîyê Banga Hişyarîyê Dike

Rêvebirîya Xweser Ser Îhtîmala Operasyoneke Tirkîyê Banga Hişyarîyê Dike

Daxuyanî li avahîya Encûmena cîbicîkar, bi beşdarîya deste û berpirsên Rêvebirîya Xweser, li bajarê Amûdê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin.

Hevseroka encûmena zagonsaz li herêma Cizîrê, Arya Mele Ehmed, ji Dengê Amerîka re got ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê ku li pêş gef û kiryarên Tirkîyê li ser deverê helwesta xwe eşkere bikin û rê nedin êrîşan.

Li alîyekî din daxuyanîya Rêvebirîya Xweser bal kişand ser bandorên êrîşên Tirkîyê li ser ewlehîya herêmê.

Hevserokê desteya hindurîn ya herêma Cizîrê, Kenan Berekat ji Dengê Amerîka re got ku gefên Tirkîyê bandoreke neyênî li ewlehîya herêmê dike û torên veşartî yên DAIŞê êrîşan wek fersendekê dibînin ku aktîf bibin dest bi çalakîyan bikin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî zêdebûna gefên Tirkîyê bi destpêkirina operasyoneke nû li herêmên Kurdan,

Hêzên Sûrî yên Demokratîk (HSD) radigihîne ku ewê beravanîyê di ber sînorê xwe de bike, lê hişyarî dide ku şerê dijî DAIŞê dê qels bibe û metirsîyeke mezin derkeve holê.

Tevî ku alîyên navdewletî heya niha nerazîbûnên xwe derbarê êrîşa Tirkîyê nîşan dane jî metirsî heye ku herêm careke din rastî êrîşan were û di encamê de krîzeke mirovî û pêleke koçberî ya mezin çêbibe.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights