Ana SayfaKURDISTANReaksîyonên Herêmî Û Navnetewî li Dijî Êrîşa Tirkîyê ya Kuştina Sivîlan li...

Reaksîyonên Herêmî Û Navnetewî li Dijî Êrîşa Tirkîyê ya Kuştina Sivîlan li Zaxo

Reaksyona herî tund û zelal ji aliyê kesayetiyê older yê Şîa Muqtada Al Sadr hat. Sadr di twîteke xwe de helwesta Wezareta Derve ya Îraqê li hember kiryarên Tirkiyê li ser axa Îraqê şermezar dike û 4 xalan weke çarçeva tedbîrên li dij Tirkiyê destnîşan dike yên weke divê têkiliyên Dîplomasî bi Tirkiyê re bihên sinordar kirin, firokxane û deriyên sinor li hember Tirkiyê bihên girtin û peymanên ewlehiyê yên Îraqê li gel Tirkiyê bihên pûç kirin.

pic.twitter.com/6YDrxNIvc6

— مقتدى السيد محمد الصدر (@Mu_AlSadr) July 20, 2022

Reaksyonên berpirsên fermî yên Îraqê, yek jê Serokomarê Îraqê Berhem Salih ve hat û nerazîbûn nşîan da, di hesaba xwe ya fermî ya Twîterê de Salih got “Bombebarana Tirkiyê ya li Duhok bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên me, Em şermezar û red dikîn, ev yek derbirînê ji binpêkirina serweriya welatekî dike û gefe li dij ewlekariya niştîmanî ya Îraqê, dubarekirina van kiryaran qet nayê qebûl kirin, piştî ku berî niha daxwaz hatbû kirin ku karên weha yên li dijî yasaya navnetewî û mercên cîranbaşiyê ne.”

لا ينبغي أن يكون العراق ساحةً مفتوحةً لتصفية الحسابات الإقليمية والصراعات الخارجية، ويدفع لأجلها العراقيون فواتير الدماء بلا طائل. ندعو الحكومة إلى اتخاذ الإجراءات اللازمة للتحقيق، واعتماد كلِّ السبل؛ لحفظ البلاد، وحماية أبناء الشعب.

— محمد الحلبوسي (@AlHaLboosii) July 20, 2022

Herwiha Serokê Parlemena Îraqê Muhammed Halbusî bi rêya twîtera xwe êrîşa Tirkiyê şermezar kir û got “Nabe ku Îraq qadek vekirî be bo safîkirina hesabên welatên herêmî û yên derve, jiber wê Îraqî bi xûna xwe buhayê wan herwe did, daxwazê ji hikûmetê dikîn ku tedbîrên pêwîst bistîne jibo parastina welat û parastina zarokên gelê Îraqê.”

القصف التركي الذي طال دهوك واسفر عن استشهاد واصابة عدد من أبنائنا، مُدان ومُستنكر ويُمثل انتهاكاً لسيادة البلد وتهديداً للأمن القومي العراقي، وتكرارها غير مقبول بالمرة بعد دعوات سابقة لوقف مثل هذه الاعمال المنافية للقانون الدولي وقواعد حسن الجوار.

— Barham Salih (@BarhamSalih) July 20, 2022

Reaksyona din ji Serokwezîrê Îraqê, Mustefa Al Kazimî hat, Kazimî di hesaba xwe ya fermî de twîtek weşand û dibêje ev êrîşa “Hêzên Tirkiyê jinûve binpêkirinek zelal û diyare derheqa serweriya Îraqê û jiyana welatiyên Îraqî û ewlehiya wan, dema ku yek ji havîngehên li parêzgeha Duhok li Herêma Kurdistana Îraqê roja Çarşemê bi topbaranê armanc hatî girtin; ku bûye sedema derketina şehîdan û birîndaran di nava sivîlên bêtawan de, ku pirraniya wan jin û zarok in.
Ev zordarîya dilreq tekez dike ku aliyê Tirkiyê qet guh nedaye daxwazên Îraqê yên berdewam yên derbarê binpêkirinên leşkerî li dij erdê Îraqê û giyanê xelkê Îraqê.”

Kazimî dibêje, ewê êdî rê nedin ku erdê Îraqê bibe ciyê nakokiyan. Herwiha dibêje, Îraqê ew maf heye ku bersiva van binpêkirina bide.

Li aliyek din mediya Amerîkayê û mediya cîhanî cihek berfireh daye êrîşa Tirkiyê ya li Herêma Zaxo li dij sivîl û geştiyarên li herêmê pêkhatî.

Rojnama Washington Post dinivîse ku Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku hemû kesên jiyana xwe ji dest dane “ciwan û zarok” in û di nav de zarokekî 1 salî jî heye. Wezaretê diyar kir ku 26 kes bi birîndarên sivik rakirine nexweşxaneyê.
Di nava birîndaran de Turîstê ji Bexdayê Yûsûf jî hebû. Diyar kir ku di dema êrîşê de gelek komên turistîk li wê herêmê di dema betlaneyê de bûn.

Wezareta Derve ya Îraqê jî hewlesta xwe diyar kir, bi rêya daxuyaniyek rojnamegerî ku di malpera wê ya fermi de hatiye weşandin, êrîîşa Tirkiyê bi tundî şermezar dike. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve, hikûmeta Iraqê ev êrîş şermezar kir û ev êrîş bi ‘binpêkirina aramî serweriya Iraqê’ bi nav kir.

یونامی ئیدانەی هێرشێکەی دهۆك دەکات کە بووە هۆی کوژرانی خەڵکی مەدەنی pic.twitter.com/DHWnkhiwdp

— UNAMI (@UNIraq) July 20, 2022

Mîsyona Netwên Yekbûyî (UN) li Îraqê bi sê zimanan: Erebî, Kurdî û Înglîzî daxuyaniyek di hesaba fermî ya twîterê de weşand û bang kir ku ji bo rewşa êrîşê were diyarkirin, divê lêkolîneke berfireh were destpê kirin.

ئەنجومەنی وەزیران، لەبارەی تۆپبارانکردنی ھاوینەھەواری پەرەخێ لەلایەن ھێزەکانی تورکیاوە: پێویستە حکومەتی فیدراڵی و کۆمەڵگەی نێودەوڵەتی، بەشێوەیەکی کاراتر، ھەوڵی ڕێگریکردن لە دووبارەبوونەوە و کۆتاییهێنان بەم دەستدرێژیانە بدەن.https://t.co/mVjTvqF1L8

— KRG Dept. of Media & Information (@DMI_KRG) July 20, 2022

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand û ew daxuyanî di hesaba fermî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî de jî hat weşandin, daxûynî dibêje:

“Em bi tundî topbarana havîngeha geştevanîyê ya li nêzî Derkarê ya ser bi rêvebirîya serbixweya Zaxoyê ji alîyê hêzên Tirkiye ve riswa dikin û mixabin ku çend geştevan şehîd û birîndar bûne. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
Daxuyanî dîsan dibêje: “Şer û pevçûnên navbera hêzên Turkiyeyê û çekdarên PKK li deverên sînorîyên herêmê bûne cihê metirsîya berdewam bo ser hevwelatîyên me, ji ber evê yekê em careka din bang dikîn ku herêma Kurdistanê ji van nakokî û arîşeyên dûr bigirin, da ku welatîyên bêguneh nebin qurbanî.”

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights