Ana SayfaLGBTİRapora nû: Cudakariya li LGBTI+an tê kirin dibe sedema xizaniyê

Rapora nû: Cudakariya li LGBTI+an tê kirin dibe sedema xizaniyê

Ceren İskit / BİANET

Komeleya 17ê Gulanê rapora xwe ya bi navê “Ji Cudakariyê ber bi Xizaniyê ve: LGBTI+an li Tirkiyeyê” weşandiye.

Komeleya 17ê Gulanê ji bo civak û çalakgeriya LGBTI+an xurt bike û li dijî her cûre cudakariyê têbikoşe, xebatan li dar dixe.

Civîna ku rapor hatiye aşkerekirin li Navenda Hunerên Hevdem a Dogan Taşdelen a Enqereyê pêk hat. Di raporê de daneyên derbarê rewşa sosyo-ekonomîk a LGBTI+an û cudakariya li wan dibe hatine parvekirin. Ji ekîba Koma Xebatên Xizaniyê ya Komeleya 17ê Gulanê Anjelik Kelavgil naveroka raporê aşkere kir û got ku bi vê rapora navborî ew li bersiva “Cidakarî û binpêkirinên mafan LGBTI+an xizan dike?” geriyane.

Rapor ji pênc sernavan pêk hatiye ku ew ev in: “Xizanî çi ye û ji bo mafên mirovan tê çi wateyê?”, “Li Tirkiyeyê xizanî”, “Çi diqewime li serê LGBTI+an: Nirxandina binpêkirinên mafan ên derbarê LGBTI+ên li Tirkiyeyê dijîn di çarçoveya xizaniyê de”, “Bersiva rêxistinên civaka sivîl a ji bo xizaniyê” û “Nirxandin”.

Detay

Di raporê de hatiye diyarkirin ku tecrûbeyên LGBTI+ yên di warê cudakarî û vederkirinê de, nabe ji xizaniyê cida were nirxandin. Her weha hatiye gotin ku, wateya xizaniya klasîk a ku di wateya gihandina standartên debara herî kêm de ye, têrê nakê û ji bo jiyaneke birûmet divê şert û mercên esasî yên hewcedar di ber çavan re bigirin. Raporê destnîşan kiriye ku atmosfera mafên mirovan a cûdakarî û vederkirin tê de nîne, di serê şert û mercan de ye û ji bo mafên medenî û siyasî pêk bên, gelekî girîng e ku qeyranên ekonomîk bên astengkirin.

“Divê têkoşîna xizanî û mafên mirovan bi hev re bê dayîn”

Di raporê de her weha hatiye gotin, li Tirkiyeyê LGBTI+an mafparêziyê dikin, ji nêz de şahidên wî tiştî ne ku divê têkoşîna xizaniyê û mafparêziyê ji hev cuda neyê dayîn.

Raporê 10 mafên ku LGBTI+ bi zehmetî dikarin bidest bixin hatine rêzkirin: 1) Azadiya birêxistinbûnê, 2) Azadiya civîna aştiyane, 3) Mafê beşdarbûnê, 4) Bidestxistina edaletê, 5) Qedexeya cudakariyê, 6) Standarta jiyana têrek, 7) Mafê perwerdeyê, 8) Mafê karkirinê, 9) Mafê tenduristiyê 10 ) Parastina civakî.

(CI/EMK/FD)

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights