Asayişa Rojava derbarê rewşa Qamişlo daxuyanî da

Divê hûn bixwînin

Agahî hebûn ku piştî çend rojan ji zêdebûna aloziyên bi hikûmeta Sûriyê re, Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê sibeha îro Pêncşembê hejmarek ji dezgehên hikûmetê li navenda bajarê Qamişlo kontrol kirin.

Derbarê vê yekê de Hêzên Ewlekriya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanîyek belav kir û tê de diyar kir ku hêzên li herêmên ku hêzên hikûmeta Sûriyê lê hene, tedbîrên tund wergirtine.

Hêzên Ewlekriya Navxwe tekez dikin xebatên van navendan nehatine rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di medyaya civakî de agahî bi awayekî mezin belav bûne ku dibêjin hêzên me li bajarê Qamişlo, li beramberî çargoşiya ewlehiyê gelek navendên xizmetguzariyê yên di bin sîwana rejîma Sûriyê de kontrol kirine û karmendên wê jê qewitandine. Em diyar diki ku ev agahî û gotegot şaş in. Em diyar dikin ku hêzên me li herêmên  ku hêzên rejîma Sûriyê lê hene, tedbîrên asê girtine. Ev yek wekî berisva ambargoya giran tê kirin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê li ser şêniyên me yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê  ferz kirine.”

Hêzên Ewlekriya Navxwe herwiha eşkere kir ku ew “tedbîrên ewlehiyê” yên li çargoşeya ewlehiyê ya li Qamişlo dê dewam bike heta ku dorpêça li ser şêniyên taxa Şêx Meqsûdê were rakirin û dibêje: “Hêzên me ji dema ku hatine avakirine ve, ji bo parastina navendên xizmetguzar û civakî û rêgirtina li ber xirabkirina wan wê bêwestan dixebite. Her wiha hêzên me ev navend kontrol nekirine û xebatên wan nesekiandine, her wiha xebatên karmendên wê qedexe nekirine.”

RUDAW

Verified by MonsterInsights