Ana SayfaGIŞTÎPolisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin

Polisên ku ji “jor” ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamentera AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di vê êrişê de hevjîn û 2 kurên wê hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’an de li dijî vê zilma ku li wan hat kirin li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 358’an de berdewam dike. Polisan mudaxaleyî nobedê kir. Polisan angaşt kir ku çalakiya malbata Şenyaşar muxalefeta “qanûna meş û civînan e” û xwest wêneyên ambûlansên ku di wan de êriş li ferdên malbata Şenyaşar hatibû kirin bê rakirin. 

Emîne Şenyaşar, li dijî gefên amîrê polisan ev tişt got: “Me jî bavêjin girtîgehê, kurê min di girtîgehê de ye. Ferît Şenyaşar jî ev tişt got, “Em edaletê dixwazin, heke lêgerîna edaletê sûc be tişta pêwîst bikin.”

Malbatê, diyar kir ku duh li ber Dadgeha Ceza û Edliyeya Herêmê ya Dîlokê nobed girtine û kes ji wan re nebûye asteng û got ku wê çalakiya xwe bidomînin. Amirê polisan jî bi van gotinan gefên xwe domand: “Hûn dertên an dernayên?” Ferît Şenayaşar, li dijî van gefên amîrê polisan ev pirs kir: “Ji malbata we 3 kes bên kuştin, hûn ê li mala xwe rûnin?”

MUDAXALEYÎ NÛÇEGÎHANÊ ME KIRIN

Ji ber ku malbatê çalakiya xwe domand, bêyî ku tu hincet hebe polisan hewl da herkesî ji hewşa edliyeyê derxin. Dayika Emîne Şenyaşar, bi lorandina êşa xwe anî ziman û bertekên xwe domand. Di vê navberê de dema ku nûçegîhanê me xwest dîmenan bigire ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Polisan, angaşt kir ku girtina dîmenan û sekna li hewşa edliyeyê qedexe ye. 

Dema ku nûçegîhanê me îtîraz kir polisan jê re got, ‘Biçe dozgeriyê îtîraz bike” û xwestin wî bişînin avahiya edliyeyê. Polisan hewl da li nûçegîhanê me bidin û ev gef lê xwar: Ji jor ferman heye, tu yê derkevî derve.”

Dema ku nûçegîhanê me guh neda polisan û karê xwe domand jî polisan bi hinceta ku “Qertê wî yê firûze” tuneye asteng kir. 

Polisan, angaşt kir ku sekna li ber edliyeyê qedexeye û ji bo ji dozgeriyê “biryar” derbixin derbasî avahiya edliyeyê bûn. 

Ji ber ku nûçegîhanê me hat astengkirin, Ferît Şenyaşar bi telefona xwe kişand. 

Rexmî mudaxaleya polisan jî nobed didome. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights