Ana SayfaGIŞTÎDERDORPlatforma Piştevanî û Parastina Bajarê Amedê hatiye damezrandin

Platforma Piştevanî û Parastina Bajarê Amedê hatiye damezrandin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Platform li salona civînê ya Hotêla Green Park a li navçeya Sûrê bi civînek çapemeniyê hatiye ragihandin. Nûner û rêveberên rêxistinên sivîl tev li civînê bûne.

Metna hevpar ya daxuyaniyê bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Kurdî Seroka Odeya Doktoran a Amedê Elîf Turanê tirkî jî Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya xwendiye.

“Wê bajar were parastin”

Mehmet Kaya bal kişandiye ser girîngiya bajarê Amedê û wiha gotiye: “Ameda ku dîroka wê heta 12 hezar salan dirêj dibe, bajarekî kevnar e ku mazûvaniya gelek şaristaniyên cihêreng kiriye û gelek çand hembêz kiriye. Bajarê me; parastina dîrok, çand, mîmarî, huner, çavkaniyên aborî û tevna civakî ye. Ji bo vê armancê pêwîstî bi platformeke hevgirtin û parastinê ya bajarî heye ku hemû aktorên bajêr ên bi her cure cudahiyê re, bêyî ferqê nêrînên siyasî, nijad, ol, ziman, etnîsîte û zayendî, bîne cem hev. Pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin. Bi van cudahiyan me biryar da ku ji bo parastina bajarê xwe platforma Parastina Bajêr û Piştevaniya Bajarê Amedê ava bikin.”

Kaya behsa armanca platforma ku ava kirine jî kiriye û wiha axivîye: “Ev Platforma ku em dixwazin ava bikin, dê li bajêr hevgirtina dilxwazî seferber bike, pirsgirêkên li bajêr bi aliyên eleqedar ên ji aktorên cihêreng re tesbît bike û bi aqilekî hevpar li ser wan nîqaş bike, lihevhatina di navbera aliyên pêwendîdar de pêk bîne, di navbera gel de kanalên diyalogê ava bike. Sazî û civak, civaka sivîl xurt bike û bi vî awayî beşdariya demokratîk di qada herêmî de xurt bike. Platforma me dê li ser têgehên pêşketina domdar, mafên welatiyan û rêveberiyê ava bibe, tenê bibe platformek hevgirtinê ya beşdar ku ji pêkhate û aliyên têkildar pêk tê. Ji bo ku bajaran bi hizireke hevpar bi rê ve bibe. Bi vî awayî wê bi biryarên xwe yên şêwirmendiyê yên li ser qadên bi pirsgirêk hatine tespîtkirin beşdarî û piştgiriyeke xurt di qada giştî de bide.”

Kaya armancên Platformê wiha rêz kiriye:

“* Ji bo misogerkirina jiyanek tendurist û bi kalîte, perwerdehiya bi kalîte, wekheviya zayendî, nûbûn û jiyana bajarî ya domdar bi misogerkirina domdariya pêşketina aborî bi pêkanîna hêmanên civakî û hawîrdorê bi hev re,

* Ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û çandî û parastina nirxên çandî,

* Ji bo tevkariyê li nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha beşdarbûn, hevrêziya xebatê, pir-aktor û hevkariyên civakî,

* Piştgiriya pêşxistina civaka sivîl û xurtkirina pêwendiya di navbera rêxistinên sivîl û rêveberiyên herêmî û giştî de,

* Beşdarkirina ji bo geşepêdana çanda bajarî û nasnameya bajarî, zêdekirina pabendbûna bi nasnameya bajarî û hişmendiya bajarvaniyê, û misogerkirina wê yekê ku çavkaniyên aborî, civakî û jîngehê yên bajêr bi bandor û dadperwerî werin bikar anîn.

* Wê li dijî her cure xeterî, tehdîd û rewşên neyînî yên ku bajar di çarçoveya fizîkî, hawirdor, civakî û aborî de rûbirû bibin, dê beşdarî têkoşîna koordînekirî û berfireh a gelek dînamîk, aktor û saziyên gelemperiyê yên ku bajêr pêk tînin.”

(EMK/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights