Ana SayfaGIŞTÎPîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin

Pîrozbahiyên Newroza 2022’yan dest pê dikin

Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin û starta pîrozbahiyên wê dê di 10’ê Adarê de li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi deklarasyonekê bê dayîn. Deklarasyon dê di 10’ê Adarê de li Amedê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û bi beşdarbûna partiyên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bê aşkerekirin û di 11’ê Adarê de jî dê li Stenbolê bi pêşengiya HDK û HDP’ê bi beşdarbûna partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên demokratîk deklarasyon bê aşkerekirin. Agirê Newrozê dê 29 jê bajar li 62 navendan bê vêxistin. 

ROJEVA SEREKE AZADIYA OCALAN

Rojeva sereke ya Newroza 2022’yan dê tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan be. Dê di pîrozbahiyan de girîngiya yekîtiya neteweyî, berxwedana li dijî êrişên ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve li Herêma Kurdistana Federe didomin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, têkoşîna li dijî krîza aborî û xizaniyê bê destnîşankirin. 

AGIRÊ EWIL DÊ LI QUNTARÊN KATOYÊ BÊ VÊXISTIN

Agirê Newroza îsal dê di 15’ê Adarê de ewilî li navçeya Bêşebab a Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistana Federe ye û êrişên Tirkiyeyê lê didomin, bê vêxistin. Piştî 15’ê Adarê dê agirê Newrozê li her bajarî bê vêxistin û pîrozkirin. 

Her wiha dê îsal ji Rojhilata Navîn û Ewropayê ji gelek welatan 200 kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bên vexwandin. Ji Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin. 

PÎROZBAHIYÊN GIRSEYÎ

Pîrozbahiyên girseyî dê di 19’ê Adarê de dest pê bikin. Pîrozbahî dê di 20’ê Adarê de li Wan û Stenbolê bidomin û fînala wê jî dê i 21’ê Adarê de li Amedê bê kirin. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Heveroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, BErdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlementer dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Bêşebabê bibin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û hunermend Koma Sorjiyan, Grup Vardiya, Huriye û Xero Abbas tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bibin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê bibin. 

FÎNAL AMED

Fînala pîrozbahiyê dê di 21’ê Adarê de li Amedê be. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser navê Xebatên Tifaqa Kurdî Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî û hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora tevli pîrozbahiya Newroza Amedê bibin. 

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û hunermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî jî dê di 21’ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê bibin. 

Newroza îsal dê li van navendan bê pîrozkirin:

15 ADAR

Bêşebab

17 ADAR

Erdîş

19 ADAR

Bismil, Çêrmûg, Hezro, 

Dersim, 

Qereqoçan, 

Kerboranî Artûklû, 

Şirnex, 

Basan, 

Qileban, 

Pirsûs,

Aydin Germencîk, Nazîllî û Soke

Gebze

Mêrsîn

Panos

Îdir

Mûş

Konya Cihanbeylî

20 ADAR

Stenbol

Wan

Semsûr

Farqîn

Çinar

Erxenî

Dîlok

Êlih

Çewlig

Xarpêt

Meletî Yeşîlyûrt

Elbîstan

Dêrik

Qoser

Stewrê

Silopiya

Riha

Aydin

Kepez

Bodrûm  

Îzmîr

Denîzlî 

Manîsa 

Balikesîr Bandirma û Ayvalik 

Bûrsa

Çanakkale

Edîrne

Çorlû

Edene

Hatay Dortyol û Îskenderûn

Osmaniye

Eskîşehîr

Bazîd

Tetwan

Colemêrg

Kop

Konya Kûlû

Enqere

21 ADAR

Amed

Nisêbîn

Sêrt

Cizîr

Hezex

Wêranşar

Ceyhan

Agirî

Erdexan

Tekman

Gever

Qers

Konya

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights