Ana SayfaJINPÊVAJOYA REFERANDÛMÊ ÎRO DEST PÊ KIR

PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ ÎRO DEST PÊ KIR

Di pêvajoya referandûmê de lîsteya kesên ku dê deng bikar bînin 18ê Sibatê were eşkerekirin. Dê dengdêrên referandûmê li 57 welatan, 119 nûnertiyan û 32 deriyên gûmrûkê dengên xwe bikar bînin.

Pêvajoya dengdayîna kesên ku dervayî Tirkiyeyê dijîn di 27ê Adarê de dest pê dike û 9ê Nîsanê de bidawî tê. Herwiha axaftinên propagandaya referandûmê ya bi riya TV û radyoyoyan di 9ê Nîsanê de dest pê dike û 15ê Nîsanê de bidawî tê.

Di 16ê Nîsanê de jî biryar e ji bo guhertina yasaya bingehîn a Tirkiyeyê referandûm pêk were.

Di dîroka Tirkiyê de heta niha 6 caran referandûm pêk hatine. HDP û DBPê jî dibêjin ewê dengê “Na” di referandûmê de bikar bînin.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights