Ana SayfaGIŞTÎPÊŞMERGE, LI DIJÎ ÊRIŞÊN KIMYEWÎ YEKINEYEK PISPOR AVA KIR

PÊŞMERGE, LI DIJÎ ÊRIŞÊN KIMYEWÎ YEKINEYEK PISPOR AVA KIR

 

Li herêma Kurdistanê li dijî êrişên kimyewî ên ku li nava kurdan bû sedemên bûyerên trajik, gaveke mezin hate avêtin û yekîneyek pispor hat avakirin.

Yekîne ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan a Kurdistanê ve hate avakirin. Yekîneya ku ji pisporan pêk tê wê li dijî êrişên kimyewî ên DAIŞ û komên din ên terorîst bixebite. Yekîne ji 80 pêşmergeyan pêk tê û li Silêmaniyê 3 mehan perwerdehiya êrişên kimyewî dîtin.

Yekîneya ku ji aliyê pisporên çekên kimyewî ve hatin perwerdekirin, wê li sengerên şer rêberiya pêşmergeyan bikin û li dijî êrişên kimyewî têbikoşin.

Rayedarên pêşmergeyan amaje dikin ku avakirina yekîneyek wiha wê kêmasiya di vî warî de bigre lewra DAIŞ heta niha bi dehan caran bi çekên kimywî êriş pêk anîne.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights