Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊBi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd...

Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin

Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî batalkirina vîzeya wan ku destûr nedan tev li kongreya PENa Kurd bibin daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Komeleya Wêjevanên kurd ya navçeya Rezan a Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de nivîskar û endamên PENa Kurd Mehmed Akdogan, Meral Şîmşek, Roza Metîna û Heval Dilbihar amade bûn. 

Li ser navê endaman nivîskar Heval Dilbihar daxuyanî xwend. Dilbihar diyar kir ku bi tevahî nivîskarên kurd di bin banê PENa Kurd de ku saziya herî jor, berfireh û navneteweyî ye kar û xebatên xwe dimeşînin. Dilbihar bi lêv kir ku PENa Kurd li nava hemû PENên li cîhanê xwedî cih e û wê di 9’ê tirmehê de jî kongreya xwe ya 11’emîn a asayî li dar bixe. 

VÎZEYA NIVÎSKARÊN KURD HAT BETALKIRIN 

Dilbihar destnîşan kir ku ji ber astengiyên desthilatdaran navenda saziyê Amed be jî kongre wê li Elmanyayê bê li darxistin. Dilbihar anî ziman ku wan jî xwestiye li Amedê ji bo kongre biçin Almanyayê lê vîzêya wan batalkirinê û wiha got: “Ji bo beşdarbûna gelek endam û rêveberên kongreyê yên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, ji aliyê berpirsên kongreyê ve dawetnameyên fermî hatine şandin. Wan endam û rêveberan ji bo ku biçin kongreyê bi hemû belgenameyên xwe yên pêwîst serî li balyozxaneya Almanyayê dane da ku vîzeyê wergirin. Li gor prosedurê li ber wergirtina wan a vîzeyê diviyabû tu astengî derneketana.  Herwiha ji bo dayîna vîzeyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ya li Almanyayê jî bi awayekî çalak ketiye nava liv û lebatan, bi balyozxane û wezareta karên derveyî ya Almanyayê re ketiye nava têkiliyan û hemû prosedur anîne cih. Tevî vê yekê jî, sed mixabin serlêdanên gelek endam û rêveberên kongreyê bi hinceta “dibe ku bên Almanyayê û paşve venegerin’ hatine redkirin, ji bo beşdarbûna kongreyê rê li ber hatiye girtin.” 

‘HELWESTEK POLÎTÎK E’

Dilbihar destnîşan kir ku ev yek dijî mafên mirovan û binpêkirina kar û xebatên nivîskaran e û wiha domand: “Diyar û zelal e ku, ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwesta Almanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me kurdan hatine sazkirin. Hevdîtin, civîn û kiryarên van heyamên dawiyê yên NATO’yê yên li dijî kurdan  jî, vê yekê bi awayekî hê zelaltir li ber çavan radixe. Bi vê kiryarê, diyar e ku armanca bingehîn, astengkirina hatina cem hev a nivîskarên kurd ên ji her derê Kurdistanê, Ewropa û cîhanê û di kesayeta nivîskarî, rewşenbîrî û entelektueliya kurd de, pêşîlêgirtina pêkanîna xurtbûna hiş û giyan û sazîbûyîna yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanî ye. Helbet, ev yek gelek armancên din jî di nava xwe de dihewîne ku kêm zêde tên zanîn. Em bang li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin ku li dijî vê kiryarê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên kurd û PENa Kurd  derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn.” 

‘EM Ê DI HER ŞERT Û MERCAN DE XEBATÊN XWE BIMEŞÎNIN’

Dilbihar diyar  kir ku bi vê helwestê carek din eşkere bû ku cihê kar û xebatên nivîskarî û rewşenbîriya kurd her dîsa Amed, Hewlêr , Qamişlo û Mehabad e û got: “Divê em hemû nivîskarên kurd her bihosteke axa Kurdistanê û her derekî ku kurd lê dijîn bikin qad û war û jîngeha rewşenbîrîya kurd û ji her milî ve ji bo neteweya xwe bibin pêşeng û sîwana yekîtî, azadî û demokrasiyê.Li ser vê bingehê, em bi taybetî diyar dikin ku, em li ku derê bin û şert û merc çawa bin bila bibin em ê kar û xebatên xwe yên parastina nirxên kurdewar di asta herî jor de bimeşînin û rist û berpirsyariya xwe ya mirovîn, wijdanî, sincî, nivîskarî û rewşenbîriyê bînin cih. Em ê li ber tu hêz û derdorên ku li dijî me kurdan gelek tiştên dijber û neyînî dikin serê xwe netewînin, li ser kok û rehên kurdewariyeke azad, li ser bingeha parastina nirxên neteweyî û bi giyanê nivîskarî û rewşenbîriya neteweya kurd a yekbûyî û Kurdistanî; hêz, huner û hilberîneriya nivîskar û rewşenbîriya kurd li her derê cîhanê nîşan bidin, ji bo ku kongreya me bi awayekî herî serkeftî bi encam bibe çi ji destê me bê em ê bikin.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights