Ana SayfaKURDISTANPartîyên Sîyasî û Eşîrên Ereb li Şehba Dijî Gefên Tirkîyê Banga Yekîtîyê...

Partîyên Sîyasî û Eşîrên Ereb li Şehba Dijî Gefên Tirkîyê Banga Yekîtîyê Dikin

Serokê meclîsa Partîya Sûriya Paşerojê Mihemed Beyrem di vê derbarê de hişyarî da ku Tirkîyê bi angaşta “herêma ewle” dixwaze hemû deverê dagir bike û çekdaran tê de bicih bike.

“Dema çekdar û terorîst li deverê werin bicih kirin ev tê wateya kûrbûna alozîya Sûrîyê û dûrketina ji çareserîyê, herwiha berdewamîya tevlihevîyan, bê guman ev di berjewendîya Tirkîyê de ye û tu sûda gelê Sûrî jê tune ye”.

Elî Mehmûd, ji rihspîyên eşîrên Ereb li Bakurê Helebê dibîne ku Tirkîyê dixwaze xewnên xwe yên Osmanlî pêk bîne, loma gefan li deverê dixwe û dixwaze wê dagir bike.

“Dagîrkerê Osmanî îro dixwaze dest dîne ser Sûrîyê bi tevahî û welatên cîran jî, gelê Sûrî berdêleke giran jiber vê sîyaseta Tirkîyê daye, nûmûne li Efrînê berçav e çawa guhertina demografîk pêk tîne û nasnameye herêmê diguhere, ziman û ala Tirkî ferz dike, herwiha hemû binpêkirinan lê dike, ji kuştin revandin û talankirinê, li Efrînê zindanên mezin yên istixbarata Tirk hene.”

Mehmûd bal kişande ser kiryarên Tirkîyê li Efrînê û wiha dewam kir: “Gelê Sûrî berdêleke giran jiber sîyaseta Tirkîyê daye, nûmûne li Efrînê berçav e, ku guhertina demografîk pêk tîne û nasnameye herêmê diguhere, ziman û ala Tirkî ferz dike, herwiha hemû binpêkirinan lê dike”.

Herwiha serkirde di Partîya Hevbendîya Niştimanî ya Demokrat ya Sûrî Xelîl Reşo di wê bawerîyê de ye ku Tirkîyê di sîyasta xwe de nakokîyê dixe nav pêkhateyan ku bi rêya îslama siyasî û rêxistina Îxwan El-Muslîmîn planên xwe dimeşîne.

“Xeterîya Tirkîyê li ser hemû pêkhateyên Sûrî heye, eger em nakokîyên xwe çareser nekin, em giştik dê zerarmernd bin û welatê xwe hinda bikin, lê em bibin yek wê çaxê emê kanibin armancên Tirkîyê têk dibin,” Reşo got.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Tirkîyê ji sala 2016an de 3 operasyonên leşkerî li bakurê Sûrîyê pêk anîne, ku vê dawî dîsa gefa êrîşan dixwe, loma metirsî heye çi operasyoneke nû qada şer firehtir bike herwiha alozîyên mirovî bi xwe bîne, nemaze jibo derbiderên Efrînî yên li Şehba dimînin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights