Ana SayfaKURDISTANPARTİYÊN BAKUR PIŞTEVANİYA ROJHILAT DIKIN

PARTİYÊN BAKUR PIŞTEVANİYA ROJHILAT DIKIN

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê eşkere dikin ku ew berxwedana Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi bilindî dinirxînin û ew piştevaniyê li her biryara layanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê .

Di Newroza sala 2016’an de rayedar û rêvebirên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) tevî Pêşmergeyan li quntara Çiyayê Keleşînê yê di navbera Rojhilat û Başûr de li hev kom bûn. Di wê kombûnê de PDKÎ’yê biryar da ku ew ê êdî Pêşmerge bişînin nav gund û bajarên Rojhilat û eger Artêşa Îranê êrîşî wan bike ew ê Pêşmerge bersiva êrîşan bide. Bi sedan Pêşmergeyên PDKÎ’yê derbasî ser sînorên di navbera Başûr û Rojhilat bibûn û bingehên xwe yên leşkerî danîbûn û derbasî Rojhilat bibûn.

Rayedarên PDKÎ’yê gotibûn ku eger Îran dijayetiyê bi destkeftiyên kurdan bike ew ê bersiva Îranê bidin. Nêzîkî du hefteyan e di navbera pasdarên Îranê û Pêşmerge yên PDKÎ’yê şerekî dijwar heye û şer li hemû bajarên Rojhilat beleavbûye. Li gor zanyariyên hatine wergirtin heta niha 150 leşkerên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û 9 Pêşmergeyên PDKÎ’yê jî mirine.

Artêşa Îranê piştî hatina Pêşmergeyan a ji bo Rojhilat, dest bi rûxandina gundên Rojhilatê Kurdistanê kir û li ser gel zilma xwe zêde kir. Ligel wê yekê Komalaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî ligel PDKÎ’yê dest bi xebatan kir û hat zanîn ku danûstendinên yekîtiyê di navbera layanên Rojhilatê Kurdistanê de heye.

Cihgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Serokê, PDK BAKUR, Serokê PDKT Mehmet Emin Kardaş, Sekereterê Tevgera Azadî Sitki Zilan,Serokê HAKPAR’ê Refik Karakoç, Serokê ÖSP’ê Sinan Çiftyürek, Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik proseya nû ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye, danûstendinên yekrêziyê ji BasNûçe’yê re şîrove kirin.

Serokê ÖSP’ê Sinan Çiftyürek: Tiştek pir pîrozê yekîtiya çê bûye

Em geşedanê Rojhilatê ji nêz ve dişopînin û me wê rewşa dawî vek ku Kurdistana Rojhilat rabû ser lingan bi nav kir. Di navbera partî û hêzên me yên Rojhilat de demeke dirêjê meseleya yekîtiyê di navbera wan de tê niqaşkirin. Em hêvîdarin gavekî pêş de wek şêveyekî netewî pêk bînin. Ya din Kurdistana Rojava me got li cihanê hat qebûlkirin. PDKÎ jî çû Almanya hat qebûlikirin. Paşê çû Amerikayê hat qebûlkirin. Lêbelê çi wextê Îranê 5+1 li hevhatin çê kirin. Me got ew dem wê Kurdistana Rojava bikeve lê neket. Em ji Kurdistana Rojhilat jî hêvîdarin ku tiştên baş pêk verin.  Divê gavekî pêş de li Kurdistana Rojhilat yekîtiya netewî pêk were. Eger li wê derê gavekî bê avêtin belkî tesîra wî li ser Başûr jî bibe. Meseleya me ya girîng li Başûr yekîtî di navbera me de tune. Li Rojhilat gava ku hatiyê avêtin pir girîng e. Eger destê rejîma Îranê di nav yekîtiyê de qels be û bibirin ez bawerim ku wê serkevin. Tiştek pir pîrozê yekîtiya çê bûye.


(Serokê ÖSP’ê Sinan Çiftyürek)

Serokê HAK-PAR’ê Refik Karakoç: Şerê wan şerekî helalê û heq e

Dewleta Îranê riya demokrasiyê girtiye, lê Îranê gelê kurd, gelê Kurdistana Rojhilat, aliyê aşitî û demokrasiyê de rê nabînin ku xebatan çêkin û mafên xwe biparêzin. Ji bo wê yekê ji bilî şer rê nemaye. Şerê wan şerekî helal e û heqê. Ji bo mafên xwe şer dikin, ji bo ku partiyên Rojhelat di nav xwe de yekitiyê ava bikin jî em gelek kêf xweşin. Tenê ne di Rojhilatê de, di hemû perçê Kurdistanê de û ji bo Rojhilat yekîtî joibo gelê me pirr girîng e. Dive her çar perçe di nav xwe de yekîtiyê çêkin ku em her çar perçe karibin piştgirî û alîkariya hev û din bikin. Îro em wek HAK-PAR em dixwazin ku yekîtiya di Rojhilat de di nav partiyan de çêbûye em girîng û pir baş dibînin. Jixwe li wî şerî de em piştgiriyê û alîkariyê didin wan.


(Serokê HAK-PAR’ê Refik Karakoç)

Cihgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel: Ew kîjan biryarê bistînin em ê piştgiriya wan bikin

Mafê kurdan heye ku li wê derê li hember rejîma totalîter û li dijî zor û zilmê şer bike. Demekî dirêje ku hêzên rojhelata navîn navber dabûn şerê çekdarî, ji bo xatirê qazancên Kurdistana Başûr. Ji bo ku li wir nebe hedefa Îranê û Îran zexta nede ser Herema Kurdistanê. Xûyaye ku îro rewş guheriyê û li gor xwe biryar dane ku carek din dest bi şerê çekdarî bikin. Em bi her awayi li ber wê biryara wan rêz digrin. Em piştgiriyê  didin wan ku ew ji bo xwe çi rast dibînin ew ji bona me rast e. Em şûna wan de derbarê li wir siyaset ne afirînin û tespîtan nakin. Ya din jî li hevkirina wan yekîtiya wan PDKÎ, PDK, PAK, Komele be ew jî cihekî kêf xweşiyê ye. Di carên wisa de hatina ber hev ya hêzên kurd ji bo hevkariyê tiştekî gelek pîroz û muhîme. Di pêşêrojê de wê çawa bibe em nizanin. Wê zêxtê Îranê li ser Herema Kurdistanê çawa û Kurdistan çiqas karibe li hember zextên Îranê ber xwe bide, helwesta Amerîka û hêzen navdewletî li hember rewşa nû çawa bibe em nizanin lê ez bawer dikim ku hêzên navdewletî di serî de Amerîka wê piştgirî bide kurdên Îranê. Ji ber ku her çiqas navbera Amerîkayê , hêzên rojava û Îranê de peymanek hebe jî di demê dawî de, Îran hêzekî xeter e, hem ji bo kurdan hem jî ji bo pêvajoya dahatiya Rojhilata Navîn û bendekî, astengiyekî mezin e li hember avakirina aşitî û aramiyê û herwiha li pêşiya Amerîkayê. Ez hêvî dikim ku ev hereketa kurd piştgirî bistîne ji dinyayê. Em jî wek PSK û wek kurdên Bakur, manevî,siyasî û vîjdanî çi bikeve ser milê me em amadene ku piştgiriya wan bikin.

  (Cihgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel)

Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş: Yekîtiya kurdên Rojhilat cihê kêfxweşiyê ye

Li kuderê dibe bila bibe li kîjan axa Kurdistanê be  Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li kuderê be , wexta ku hêzên kurd li pêşberî dagirkeranda yekîtiya xwe bikin û pişta xwe bidin hev û mil bi mil şerê dijminê xwe bidin ew tiştek başê û divê ew her dem wisa be. Tû îtîraza tu kurdî dive tune be. Ji xwe li beşa Îranê rêxistinên ku hene tevahiya wan mirov dikare bêje ku rêxistinê çekdarin. Sedama wî jî ku Îran dijminatiya gelan dike û her roj însana darvedike, şer devam dike. Ji wê sedemê rêxistinê Îranê bi piranî şerê çekdarî dikin. Dixwazî bila çekdarî be, dixwazî bila siyasî be, wextekî rewş gihiya wê astê ew demhêzên siyasî ji mecbûr dest bi çek bikin. Lewra pir tên kuştin û îdam kirin, tu mafê rewa ji kurdan re nas nakin ji ber wê kurd mecbûr dimînin mafê siyasî, aşitî û mafê rewa nayên nîşandan her siyaset dikarê çekdarî bike. Ev yekîtiya ku li Rojhilat destpê kiriyê belkî cesaret bide kurdên din jî. Ew rewş ji bo tevahiya kurdan erêniye.


      (Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş)

Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak: Yekîtiya wan kilîta serkeftinê ye

Birayên xwe yên êzîz yê Rojhilatê Kurdistanê piroz dikin. Ew yekîtiya wan, ew danûstendina wan a navxweyî bûye kîlîda serkeftinê li Rojhilatê Kurdistanê. Bi taybetî em slavên xwe yên germ dişînin ji bo pêşmergeyên qehraman yên Rojhilat re û em bi gişti piştgiriya wan dikin. Ji bilî wî em li ser malperên înternetê, torên civakî em propagandayê wan jî dikin. Bi taybetî li Bakur belav dikin. Îro jî pênc partiyên Kurdistanî li Kurdistana Bakur daxuyaniyek hevbeş derxistin ji bo piştgiriya şerê Peşmergeyên qehreman ku li Rojhilat şer dikin û li dijî êrişên dewleta Îranê bi taybetî tehdîdên wan li ser Kurdistan û li ser Herêma Kurdistanê. Yekîtiya wan û destdayîna wan a hevdû, kilîta serkeftinê ye. Ew tiştek gelek mûhîme û girînge, em wan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ew bibe mînak ji bo perçeyên din ê Kurdistanê ku nav wan de yekîtiyek wisa tûne.  Ez bawerim gelê me yê Rojhilat ew ê serkeftî bibin.


(Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak)

 

Sekreterê Giştî yê Azadiyê Sitki Zilan: Nêz bûna kurdan hem hevce ye û hem jî ferze

Çarperçê Kurdistanê de em aşitiyê û yekîtiyê dixwazin. Heta ku kes êrişî me neke divê em êriş nekin. Ji bo Rojhilat jî em wê tiştî difikirin. Heta îmkan hebe şer û pevçûn tunebe wê baş be. Devleta Îranê bi hêze. Ez di şertên anha de bawer nakim kurd bi sîlahê karibin serkevin. Di Bakûr û Rojhilat de dive bi siyasetê pêvejoyê û danûstendinê pêşeroja Kurdistanê wê hebe. Lê şêrê anha ku li Rojhilat heye mecbûr mane ku şer bikin ya na dive ew jî hevce ye ku mirov munaqaşê bike û piştre tehlîl bike. Nêz bûna kurdan hem hevce ye û hem jî ferz e. Gelê Kurdistanê anha îttîfaka kurdan dixwaze. Dinya jî dibejê heke hûn dixwazin bibin xwediyê statûyekî dive hûn yekîtiya xwe çê bikin ku em jî bikaribin alîkariya we bikin. Heta yekîtî li Kurdistana Başûr çê nebû pêş de neçûn. Statûya ku anha heye jî bi nêzbûna PDK û YNK’ê hat avakirin. Li Bakûrê Kurdistanê jî îttîfaqa me hebûna wê dewleta Tirkiye li ser masê rûniştina, masa amadeye başke çara wan nîne, lê îttîfaqa me tûne. Em hêvîdarin tesîra yekîtiya Rojhilat li aliyên din jî çê bibe.

(Sekreterê Giştî yê Azadiyê Sitki Zilan)

Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik

Em hevpeymaniya PDKÎ û Komelayê , gaveke girîng di tifaqa hêzên Rojhilatê Kurdistanê de gaveke girîng dibînin. Hêvî dikin ev hevpeymanî berfirehtir bibe. Îro li dijî rejîma Îranê , rêya pêşdebirin û geş kirina doza azadîya Kurdistanê  beriya her tiştî di hevpeymaanî û tifaqa hêzên netewî de derbas dibe.Mixabin rejîma Îranê ji xeynî şerî jî tu rêyê ji miletê me re nahêle. Divê hêzên Rojhilatê Kurdistanê, bi hemahengiya hêzên navnetewî, vê têkoşîna xwe pêş de bibin.

Basnûçe

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights