Ana SayfaKURDISTANParlamenterên Yekîtiya Ewropayê daxwaza 'Navçeya Nefirîn' bo Rojavayê Kurdistanê dikin

Parlamenterên Yekîtiya Ewropayê daxwaza ‘Navçeya Nefirîn’ bo Rojavayê Kurdistanê dikin

Helena Dalli, Komîsyara Yekîtiya Ewropayê bo Wekheviyê di civîna Parlamentoya Ewropayê de behsa metirsiyên êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Êrîşa bejahî bo ser Sûriyê dibe sedema zêdebûna metirsiya li ser şerê dijî DAIŞê, dibe sedema karesatên mirovî ku nayê qebûlkirin û bo asayîşa navdewletî derencamên xirab jê derdikevin.”

Di civînê de hejmarek ji parlamenteran li ser gefên Tirkiyê û metirsiya êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava axivîn û beşek ji wan parlamenteran daxwaz kirin ku yekîtiya navborî helwêstekî bihêztir nîşan bide û Tirkiyê neçar bike ku dawî li êrîşên xwe bîne.

Oetjen Jan-Christoph, Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ragihand, “Bi nerîna min, divê êrîşên terorîstî wek teqîna vê dawiyê ya Stenbolê bê şermezarkirin, lê divê bi heman awayî, ev êrîş jî bi dijwarî bên şermezarkirin ku Tirkiye bi navê operasyona tolstandina teqîna Stenbolê li Sûriye û Bakurê Iraqê dike.”

Yek ji wan daxwazên ku Parlamentera Swêdî ya bi esil xelka Amedê Evîn Încîr ligel hevkarên xwe ji bo parastina Kurdên li Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kirin, pêkanîna `navçeya Nefirîn` bû, hinekan ji wan jî daxwaz kirin ku ambargoya çekan bo ser Tirkiyê bê danîn.

Evîn Încîr got, “Divê Yekîtiya Ewropayê daxwaza Navçeya Nefirîn bike bo Herêma Rojava, herwiha gavan biavêje bi bidawîanîna dijminkariya Tirkiyê bo ser parçeyên cuda yên Kurdistanê berî ku dem dereng be.”

Alfonsi François parlamenterekî din ê Parlamentoya Ewropayê di vê civînê de amaje bi giringiya rawestandina êrîşên Tirkiyê bo ser Rojava kir û tekezî li ser ragihandina Herêma Nefirînê kir. Alfonsi François got, “Bo rawestandina êrîşên esmanî yên Tirkiyê, divê Herêma Nefirîn li bakurê rojhilatê Sûriyê çêbikin her wek çawa di jêr serpereştiya Neteweyên Yekbûyî de bo Kurdistana Iraqê hat kirin.”

Amadenebûna Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di rûniştinê de, bo hejmarek parlamenter cihê pirsê bû, ji ber di wê baweriyê de bûn, pêwîst e Yekîtiya Ewropayê hevawayê wî karî ku bo Ukraynayê li dijî Rûsyayê kir, bi hemû şiyana xwe ya dîplomatîk hewl bide êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdan rawestîne.

Ozlem Demirel parlamentera Yekîtiya Ewropayê derbarê vê yekê de got, “Hevkarno, rejîma Erdogan dixwaze êrîşên xwe berfirehtir bike û êrîşa bejahî pêk bîne, ev yek nayê qebûlkirin, divê helwêsta me li ser vê zelal be, Yekîtiya Ewropayê dikare tiştên zêdetir bike, lê rêzdar Borrell îro her divê rûniştinê de amade nebû.”

Parlamenteran herwiha tekez kirin ku eger rê li ber êrîşa bejahî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê neyê girtin, DAIŞ bihêz dibe û dibe gef ne tenê bo ser navçeyê, lê bo ser Ewropayê jî.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights